Enstîtuya Kurdî ya Parîsê îro ji bo bibîranîn û rêzgirtina li helbestvan, nivîskar, bîrmendê jeopolîtîk û parêzvanê dêrîn ê mafên Kurdan Gerard Chaliand merasîmek li dar xist.
Bîrmendê Fransayî 20ê Tebaxa 2025an di 91 saliya xwe de li Parîsê koça dawî kiribû.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka merasîma rêzgirtinê de ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî ve hat xwendin.
“Chaliand dostekî dilsoz û nêzîk ê doza gelê Kurdistanê bû”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
"Gerard Chaliand jiyana xwe ji bo dîtina rastiyan, lêkolînkirina li ser tevgerên rizgarîxwaz û têkoşîna gelan a ji bo mafên wan terxan kir.
Chaliand dostekî dilsoz û nêzîk ê doza gelê Kurdistanê bû.
Me ew wekî dengekî wêrek ê parêzvanê dadperweriyê, şahidê êş û hêviyên Kurdan û gihînerê peyama wan nas kir ku di demekê ku dengê me hatibû bêdengkirin de doza Kurdan gihand navendên çandî û siyasî yên cîhana Rojava."
Jiyanek di navbera akademî, helbest û xebatê de
Chaliand 15ê Sibata 1934an de li Bruksela paytexta Belçîkayê ji dayîk û bavekî Ermenî hatibû dinê û li Parîsê mezin bûbû.
Ew ji destpêkê ve têkilî ziman, dîrok û siyaseta tevgerên rizgarîxwaz bû.
Chaliand li Enstîtuya Niştimanî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî (INALCO) ya li Parîsê xwend û paşê bawernameya doktorayê di warê civaknasiya siyasî de ji Zanîngeha Sorbonê ya Parîsê wergirt ku teza wî li ser şoreşên cîhana sêyemîn bû.
Chaliand ji temenê xwe yê ciwaniyê ve jiyana lêkoleriyê hilbijart.
Ew çû Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn, Başûrê Asyayê û Amerîkaya Latîn û gelek caran ji bo ku ji nêz ve li ser jiyana wan lêkolînê bike tevlî tevgerên çekdarî û rizgarîxwaz dibû.
Çalakiyên destpêkê yên Chaliand beşdarbûna xebata li dijî kolonyalîzmê ya li Cezayirê, karê nepenî û paşê jî wekî çavdêr an şêwirmend beşdarbûna xebata rizgarîxwaz a li Gîne-Bissau, Viyetnam, Kolombiya, Filistîn, Erître û gelek cihên din bûn.
Chaliand ji sala 1980yî heta 1987an li dibistan û kolejên Fransayê dersdar bû.
Her wiha ji sala 1983yan heta 1994an li Navenda Analîz û Plansaziyê ya Wezareta Derve ya Fransayê wekî şêwirmendekî serbixwe kar kir.
Naveroka berhemên Chaliand behsa stratejiya leşkerî, jeopolîtîk, şoreş û mafên kêmîneyan dike.
Hinek ji pirtûkên navdar ên Chaliand ev in:
Karesata Kurd
Dîrokeke Cîhanî ya Şer
Dîroka Terorê: Ji Serdema Kevin heta El Qaîdeyê, bi Arnaud Blin re amade kiriye
Hunera Şer di Dîroka Cîhanê de
Etlesa Stratejîk
Împaratoriyên Koçer
Chaliand di salên dawî yên jiyana xwe de girîngiyeke mezin da helbest û wergerê û wergerandin û berhevkirina helbestên Kurdî.
Wî bîrmendî pêwendiyên xwe yên bi saziyên akademîk ên Kurdistanê re domandin û ji sala 2012an heta 2021an li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê dersdar bû.
Chaliand bi helwesta xwe ya serbixwe û neîdeolojîk dihat naskirin, wî qebûl nedikir ku pêbendî rêgezên fermî yan astengiyên sazûmanî bibe û li ser rêbazeke meydanî israr dikir.
Rola Chaliand a di nasandina doza Kurdan de
Pêwendiyeke berdewam a Chaliand bi doza Kurdan re hebû.
Wekî ku Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê dike, "Nivîs û lêkolînên wî roleke mezin di têgihiştina xebata Pêşmerge de lîst û di derxistina rewayetiya doza me ya li dijî sitem û zordariyê de bûn alîkar."
Chaliand di destpêka damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de roleke serekî di damezirandina Komeleya Fransa-Kurdistanê de lîst û di hişyarkirina rewşenbîrên Fransî ya derbarê xebata Kurdan de bû alîkar.
Lêkolîn û nivîsên wî yên di pirtûka "Karesata Kurd" de behsa êş û rewşa siyasî ya Kurdan a li Rojhilata Navîn dikin.
Chaliand di afirandin û belavkirina têgeha "dij-Kurd" an "antî-Kurdîzm"ê de di wêjeya Rojavayî de roleke berbiçav lîst.
Ev têgeh pênaseyeke ji bo wê cudakariya sîstematîk a siyasî û çandî ye ku Kurd rûbirûyî wê bûne.
Parêzvaniya Chaliand a ji bo Kurdan, ne tenê bi nivîsandinê bû, gelek caran di navbera rewşenbîrên Kurd, çalakvanên Diyasporayê û medyaya Ewropî de wekî pirekê bû ku di hêsankirina gotûbêj, werger û zêdetir derxistina pêş a doza Kurdan de bû alîkar.
Her wiha wî berhemên helbestî û çandî yên Kurdî werdigerandin û bi pêş dixistin ku ev jî di parastin û belavkirina kelepora Kurdî de xwedî rolekê bû.
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Hemû peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Chaliand ev e:
“Xwişk û birayên rêzdar, mêvanên hêja,
Em îro bi xemgîniyeke kûr, şîna koça dawî ya Gerard Chaliand, bîrmend û lêkolînerê navdar ê Fransayî digirin ku jiyana xwe ji bo dîtina rastiyan, lêkolînkirina li ser tevgerên rizgarîxwaz û têkoşîna gelan a ji bo mafên wan terxan kiribû. Chaliand dostekî dilsoz û nêzîk ê doza gelê Kurdistanê bû.
Me Chaliand wekî dengekî wêrek ê parêzvanê dadperweriyê, şahidê êş û hêviyên Kurdan û gihînerê dengê wan nas kir ku di demekê ku dengê me hatibû bêdengkirin de doza Kurdan gihand navendên çandî û siyasî yên cîhana Rojava.
Nivîs û lêkolînên wî bîrmendî roleke mezin di têgihiştina xebata Pêşmerge de lîst û di derxistina rewayetiya doza me ya li dijî sitem û zordariyê de bûn alîkar.
Gelê Kurdistanê dê her tim Gerard Chaliand bi rêz û pêzanîneke kûr bi bîr bîne, wekî dostekî rasteqîn ku bi serhişkî li eniya rastî û azadiyê rawestiya û ti carî ji bilindkirina dengê dadperweriyê dudilî nebû.
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê, ez ji kûrahiya dilê xwe sersaxiyê li malbata wî ya birêz, heval û kesûkarên wî û civaka akademîk û rewşenbîrî ya Fransa û tevahiya cîhanê dikim, bila rehma Xwedê lê be û ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku di vê dema dijwar de sebir û aramiyê bide malbat û ezîzên wî.
Bimîne di xêrê de dostê ezîz, bîranîna te dê her tim di dilê gelê me de bi zindî bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
3yê Çiriya Pêşîn a 2025an.”