Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser mala sivîlan şermezar kir: Nayê qebûlkirin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser şehîdxistina du hevjînên Hewlêrî peyameke hevxemiyê belav kir û got, "Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ew "êrişa terorîstî" ya ku şeva borî bi dronê li malekê li gundê Zergezewiyê ya Hewlêrê hatibû kirin û bûbû sedema şehîdketina du hevjînan "bi tundî" şermezar kir.

"Bi temamî tên redkirin"

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û li ser rûdanê wiha got:

"Ez wê êrişa terorîstî ya ku derengiya şeva borî bi dronê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê hat kirin û mixabin du hevjîn şehîd ketin, bi tundî şermezar dikim.

Sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û xizmên şehîdan dikim, ji dil hevxemê wan im.

Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û mîhribaniya xwe şad bike û aramiyê bide malbatên wan."

Banga li hikûmeta Îraqê

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev êriş nayên qebûlkirin û ev banga xwe gihand hikûmeta Îraqê:

"Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî tên redkirin.

Pêwîst e hikûmeta federal a Îraqê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina van tawan û êrişên terorîstî da ku êdî ev destdirêjiya li ser gelê sivîl û bêguneh ê Herêma Kurdistanê ducare nebe."

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan