Nêçîrvan Barzanî: Em rê nadin axa Herêma Kurdistanê ji bo Îranê bibe gef

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serperiştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir û ragihand, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyên herêmê."

Di civînê de êrişên dron û mûşekî yên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin û daxwaz ji Bexdayê hat kirin ku rê li ber wan êrişan bigire.

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî, bi amadebûna Alîkarê Serok Şêx Cefer Şêx Mistefa serperiştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir.

Bipêşketinên ewlehiyê hatin nirxandin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîrê Pêşmergeyan, Wezîrê Karên Navxwe, Sererkanê Pêşmergeyan û fermandarên bilind amade bûn.

Di civînê de bi hûrgilî bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên herêmê û encamên şer û bandorên wê yên metirsîdar ên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotubêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de ducare kir, "Herêma Kurdistanê dê bi ti awayî nebe beşek ji şer û aloziyan û parastina aramiya welêt dê di rêza yekem a karan de be."

Wî her wiha tekez kir "Dê bi ti awayî rê neyê dayîn ku xaka Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gef û metirsiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê yan her welatekî din ê cîran."

"Divê Bexda berpirsyariya xwe bi cih bîne"

Mijareke din a civînê taybet bû bi êrişên vê dawiyê.

Di civînê de "bi tundî ew êrişên têkderane hatin şermezarkirin ku ji aliyê komên li derveyî qanûnê yên Îraqê ve bi dron û mûşekan li Herêma Kurdistanê tên kirin û bûne sedema zererên canî û madî."

Di wê çarçoveyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku "Hikûmeta Federal a Îraqê berpirsyar e ku erka xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina wan êrişan û dîtin û cezakirina encamderên wan."

Her wiha di civînê de çendîn biryar û rênima ji bo xurtkirina parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û şêwaza serederiya dezgehên ragihandinê ya li gel rûdan û pêşhatan hatin dayîn.

Kurdistan Haberleri

Nezîr Akat û Gulê Jiyana Serok Barzanî Dinirxînin
TAYBET - PDK-Î: Peyameke zelal ji Trump negihiştiye me, niha em nakevin şer
Li Kerkûkê herî kêm 6 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin
Êriş didomin: 222 dron û mûşek avêtin Herêma Kurdistanê
Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne