Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di bangeşeya hilbijartinê ya partiya xwe de li Silêmaniyê axivî.
Alîkarê Serokê PDKyê ragihand ku PDK "bêyî Silêmaniyê ne temam e" û got, "Asmanê Silêmaniyê beşeke xweşik a asmanê Kurdistanê ye.
Dema geşta asmanê Silêmaniyê kêm bibe, geşta asmanî li Kurdistanê kêm dibe. Asman û xaka me navekî wê heye, ew jî Kurdistan e."
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, "Kêmasiyên vê deverê ji bo PDKyê ne cihê kêfxweşiyê ne û ji bo me xemeke mezin e."
Alîkarê Serokê PDKyê her wiha PDK wekî "deyndarê Silêmaniyê" bi nav kir û got, "Em wekî beşeke hezkirî ya Kurdistanê li vê deverê dinêrin."
"Divê tenê Zona Kurdistanê hebe"
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Kolanek li Helebceyê yan Zaxoyê bê çêkirin, em wekî hev pê kêfxweş dibin.
Dibistanek li Seyîd Sadiqê yan Herîrê bê avakirin, em wekî hev pê kêfxweş dibin."
Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku nabe Zona (herêm) Kesk û Zona Zer hebe û got, "Divê yek zone hebe, ew jî Zona Kurdistanê ye."
Alîkarê Serokê PDKyê pirsî, dema DAIŞê êrişî Pêşmerge kir, "Gelo pirsî xwîna kîjan ji we kesk e û kîjan zer e?"
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji alîgirên PDKyê yên li Silêmaniyê xwest ku ji bo komkirina milyonek deng bixebitin.
Alîkarê Serokê PDKyê got, "Tecrûbeyê selmandiye ku yê dikare xizmeta Kurdistanê bike, tenê û tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Wê derfetê bidin PDK bibînin ka dê çi bike."
"PDK teslîm nabe"
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got, "Dema Kurdistanê sala 2005an destûra Îraqê pesend kir, teslîmbûn pesend nekir, belkî li Îraqê sîstema federaliyê pesend kir.
Birêvebiriya desthilatê bi awayekî navendî û nehiştina desthilatên Herêma Kurdistanê, tê wateya teslîmbûna Herêma Kurdistanê.
Îro ji vî bajarê ku teslîm nabe, ji Silêmaniyê em bi dengekî bilind ji her kesî re dibêjin, PDK teslîm nabe, gelê Kurdistanê teslîm nabe."