Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes hewla hilbijartineke aram bide

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 2yê Îlonê pêşwazî li Konsulê berê yê Almanyayê Klaus Straicher û Konsulê nû yê Almanyayê Albrecht von Wittke kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, Nêçîrvan Barzanî ji ber kar û xebatên wî spasiya Konsulê berê yê Almanyayê Klaus Straicher kir û tevî hêviya serkeftinê bixêrhatina Konsulê nû yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.

Straicher kêfxweşiya xwe ji bo karê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo piştgiriya di karê xwe de spasiya aliyên peywendîdar kir.

Di civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û serkeftina pêvajoya dengdanê ya ji bo Herêma Kurdistanê û wiha got: “Gelê Kurdistanê serkeftiyê hilbijartinan e û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di atmosfereke aram de derbas bibin.”

Hêjayî gotinê ye 20ê Cotmeha 2024an ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve wekî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne