Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan ragihand ku divê “kes rik û kînê belav neke”.
Îşev bi dema Hewlêrê saet 12:00an, bangeşeya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dest pê dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê:
“Welatiyên hêja yên Kurdistanê,
Hêz û aliyên siyasî,
Sibe ku destpêka bangeşeya hilbijartinên xula şeşemîn a Encûmena Nûneran a Îraqa Federal e, ez bangî hemû aliyan dikim ku pêbendî rêwerzên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin.
Bangeşeyeke şaristanî bi rê ve bibin ku rengvedana bihevrejiyan, hevqebûlkirin û pirrengiya pêkhateyên Kurdistanê be û nebe sedema aloziyan, dubendiyê û bêzarkirina civakê û têkdana aramiya welatiyan.
Bila her kes di bangeşekirina ji bo siyaset, araste û karnameya xwe de azad be lê nabe ku ti kes û alî rik û kînê belav bikin. Divê xelkê Kurdistanê wekî civakeke medenî, di vê pêvajoyê de hevrikiyeke şaristanî bi rê ve bibe.
Namzedbûna jinan pir girîng û bi qîmet e, divê nav, pêgeh û rêza wan parastî be. Her wiha divê rêz li sembol û pîroziyên hemû pêkhateyan were girtin.
Pêwîst e hêzên ewlehiyê jî bi awayekî profesyonel û bêyî cudahî erkê xwe yê parastina hemû aliyan bi cih bînin.
Di dawiyê de, armanca hemû ew kesên ku ji Herêma Kurdistanê diçin Encûmena Nûneran a Îraqa Federal, xizmetkirina xelkê Kurdistan û Îraqê ye.
Divê zanibin ku bi yekrêzî, lihevkirin û bihevrejiyanê, dikarin baştir xizmeta niha û paşeroja Herêma Kurdistan û Îraqê bikin û maf, destkeftî û berjewendiyên wê biparêzin.
Ji ber vê yekê, nabe di bangeşeyê de karekî wisa li hemberî hev bikin ku sibe nikaribin bi hev re bixebitin.
Ez hêviya bangeşeyeke aram û serkeftî ji bo hemû aliyan û aramî, serfirazî û bipêşketina berdewam ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê dixwazim.”