Nêçîrvan Barzanî bi Papayê Vatîkanê û Serokê Îtalyayê re dicive

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî berê xwe da Romaya paytextê Îtalyayê û dê hejmarek civînan bi Papayê Vatîkanê, Serokê Îtalyayê û berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalyayê re pêk bîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Gulana 2026an, bi serdaneke fermî ya du rojî, berê xwe da Romaya paytextê Îtalyayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaşe bi wê yekê kir, di çarçoveya serdana xwe de, Nêçîrvan Barzanî dê bi Papayê Vatîkanê, Serokê Îtalyayê û hejmarek berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalya û dewleta Vatîkanê re bicive.

Herwiha di daxuyaniyên de hat diyarkirin, di çarçoveya civînan de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îtalya û Vatîkanê re, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, ligel çendîn mijarên girîng ên hevbeş dê werin gotûbêjkirin.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin