Felah Mistefa ragihand, Nêçîrvan Barzanî bi awayê fermî daxwaza sîstema parastinê ji Amerîkayê kiriye û bersiva Washingtonê jî erênî bûye.
Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê yê Kar û Barên Derve Felah Mistefa da zanîn ku vekirina konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê ya li cîhanê ku îro li Hewlêrê hat vekirin, peyameke zelal a pêbendbûna siyasî û ewlehiyê ya Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re ye.
Felah Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Senger Ebdulrehman qala qonaxeke nû ya pêwendiyên a Hewlêr û Washingtonê kir.
Daxwaza sîstema parastinê
Felah Mistefa derbarê parastina asmanê Herêma Kurdistanê û gefên ewlehiyê eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo dabînkirina sîstema parastinê daxwazeke fermî pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Felah Mistefa ji Rûdawê re got:
"Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaza sîstema parastinê ji Amerîkayê kir.
Washingtonê bersiva daxwazê da û ragihand ku ew hewl didin wê sîstemê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi cih bikin."
Mistefa destnîşan kir ku bicihkirina wê sîstemê "di berjewendiya hemû Îraqê de ye û gaveke girîng e ji bo parastina aramiya herêmê."
Hefteya borî êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin, ji ber wê jî hilberîna gazê li qadê rawestiya û ji sedî 80ê karebaya Herêma Kurdistanê kêm bû.
Konsulxaneya nû û peyama stratejîk
Felah Mistefa vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ku wekî konsulxaneya Amerîkayê ya herî mezin a cîhanê tê naskirin, wekî nîşaneke stratejîk nirxand û anî ziman:
"Avakirina avahiyeke bi wî qebareyî û li gorî standardên wan ên taybet, tenê avahiyek nîne, bi serê xwe peyameke zelal a pêbendbûna demdirêj a Amerîkayê ye bi Îraq û Herêma Kurdistanê re."
Mistefa diyar kir ku veguhestina ji avahiyeke biçûk a dezgeheke wiha mezin, tê wê wateyê ku "Amerîka plan dike ji bo demeke dirêj wekî beşek ji hevkêşeya aramiyê li vê herêmê bimîne."
Avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê îro hat vekirin.
Ew konsulxaneya Amerîkayê ya herî mezin a cîhanê ye ku mesrefa wê gihîştiye 796,1 milyon dolarî û li ser rûberê 202 hezar û 350 metre çargoşe hatiye avakirin.
Pêwendiyên ji sala 1991ê ve
Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê wekî "stratejîk û dîrokî" bi nav kirin û got:
"Pêwendiyên me li gel Amerîkayê ji sala 1991ê ve di çendîn qonaxan re derbas bûne.
Em hevpar û hevpeyman bûn û tevî her tiştî ev pêwendî berdewam bûye."
Felah Mistefa tekezî li ser wê yekê jî kir ku gelek xalên hevbeş hene ku her du aliyan bi hev ve girê didin ku hinek ji wan, "Pirsa aramiya li herêmê, rûbirûbûna teror û tundiyê û parastina ewlehiyê ne."
Mistefa da zanîn ku di siyaseta derve ya Amerîkayê de, piştgiriya Herêma Kurdistaneke aram û bihêz cih girtiye û "ew naxwazin dest ji Îraqê berdin bêyî ku bigihêjin encameke erênî, Herêma Kurdistanê jî wekî çîroka serkeftinê û hevparekî çalak di vê pêvajoyê de dibînin."
Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî û Washingtonê
Felah Mistefa amaje bi pêwendiyên dîplomatîk ên li gel navendên biryarê yên Amerîkayê yên Serokê Herêma Kurdistanê kir û got:
"Pêwendî gelekî baş in û têgihîştina hevbeş a di navbera Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Amerîkayê û îdareya Koşka Spî de heye."
Mistefa her wiha piştrast kir ku bêyî liberçavgirtina wê yekê ka kî li ser desthilatê ye, "dostaniya ji bo Kurdan a di nav Kongre, Pentagon û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de bihêz û berdewam e."