Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat

.

Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyeyê xutbeyên înê tevî Tirkî bi 8 zimanan li ser malpera xwe ya fermî diweşîne ku li mizgeftan jî tê xwendin, lê di nav wan zimanan de Kurdî tune ye.

Hate zanîn ku Serokatiya Karûbarên Diyanetê xutbeyên înê bi zimanên Tirkî, Erebî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî, Spanî, Fransî û Îtalî her hefte diweşîne.

Hejmara Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzî 30 milyonî tê texmînkirin, lê di xutbeyan de tevû hebûna zimanên biyanî Kurdî cî nagire. Li ser medya civakî ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Li ser mijarê Derûnas Prof. Dr. Veysî Çerî bertek nîşan da û got: “Bi Rûsî, Almanî û heta Frensî jî di nav de bi 7 zimanan xutbeya înê heye lê Kurdî nîne. Paşê hinek dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin, çima xwe bi vir ve girêdayî hîs nakin’ û dikevin krîza histeriyê. Eger mele wisa bike, gelo cemaet dê çi bike.”

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin