Navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê dibe "Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî."
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Veguhastinê Rezaq Mihebes li ser daxwaza guhertina navê balafirgehê razî bûne.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê her wiha da zanîn ku daxwaz ji aliyê "Saziya Serok Celal Talebanî" ve hatiye kirin û biryar dê di demeke nêzîk de bikeve meriyetê.
Li gorî nivîseke fermî ya ku wêneyek wê ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Balafirgehên Îraqê Huseyn Elî Huseyn Cabir, 7ê vê mehê nivîsek ji Desteya Firokevaniya Sivîl re şandiye ji bo ku navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bibe Balafirgeha Celal Talebanî.
Razîbûna Serokwezîrê Îraqê ya 27ê Tîrmehê û ya Wezîrê Veguhastinê ya 8ê Tebaxê jî bi nivîsarê ve hatine pêvekirin.
Kevirê bingehîn ê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hatibû danîn û balafirgeh 2005an bi fermî hatibû vekirin.