Navçeya Polatliyê di nav toz û dûmana qûmê de ma

Navçeya Polatliyê di nav toz û dûmana qûmê de ma

Li navçeya Ankara li Polatliyê bobelata qûmê çêbû. Ser navçeya Polatli ya Ankara bû toz û dûman. Bobelat li ser navçeyê ji aliyê rojava û bakûr de xwe nîşan dide. Li ser bobelata qûmê parêzgerê Ankarayê Vasip Şahin weha got:

“Li Polatliyê û der û dora wê li gor tesbîtên tîmên me, bi sedema ba ya xurt, li hewayê hinek tişt digerin û ji ber wan maddeyab 6 hemwelatiyên me sivik birîndar bûne.”

Li ser bobelata qûmê şaredarê Polatliyê Mürsel Yıldızkaya weha got:

“50 sale me tiştekî weha li Polatliyê nediye. Bo hemwelatiyên me l ili mala xwe bimînin an li ciyên sergirtî bimînin, me hişyariyê da wan. Dibe ku barana xurt bibare.”

Rêvebiriya metorolojiyê jî ragihandiye ku di nav 2 sietan de, dibe li Polatli, Ayaş, Beypazarı, Güdül û Kızılcahamamê barana zêde xurt bibare. Leza bayê di sisetê de 35-40 km.ye. Niha derketiye 50-55 km.yî.

Navçe ya Polatli di Anedola Navîn de bajarekiye ku piraniya nûfûsa wê Kurd e.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da