Navçeya aram di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de dibe

Niha behsa qonaxa yekem “navçeya aram” tê kirin, li gorî agahiyan ew qonax wê di navbera bajarê Sêrê Keniyê û Girê Spî de be.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, kûrahiya navçeya aram li hemû cihan dê ne wek hev be, hêzên Tirkiyê bi tena xwe derbasî navçeya aram nabin, belku ligel hêzên Amerîkî dewriyeyên hevbeş pêk tînin û herdu alî bi hev re xebatê dimeşînin, navend û binkeyên taybet ji bo artêşa Tirkiyê li navçeya aram nayên çêkirin.

 

Di danûstandinên di navbera Amerîka û Tirkiyê de navçeya aram xala sereke ye, rêkeftina li ser wê herêmê jî ne ewqasî rihet e.

 

Serkirdeyên Rêveberiya Xweser ragihandibûn ku ew amade ne Navçeyeke aram bi kûrahiya 5 kîlometreyan qebûl bikin û çekên giran ji deverên sînorî dûr bixin.

 

Her bi vê kûrahiyê jî piraniya bajarok û bajarên Rojavayê Kurdistanê dikevin nav sînorên navçeya aram.

 

Niha behsa qonaxa yekem ji navçeya aram tê kirin ku di navbera herdû bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî de ye.

 

Li gor zanyariyên ku tên belavkirin, dê kûrahiya navçeyê dê 5 kîlometre bin. Ne diyare ka bê herdû bajar jî wê di nav navçeya aram de bin yan na. Dirêjahiya navçeyê jî li ser sînor digihêje 100 kîlometreyan.

 

Herwiha çekên giran ên hêzên Rêveberiyê dê 20 kîlometreyan ji sînor bên dûrxistin.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin