Sekreterê Giştî yê NATOyê piştgiriya xwe ji bo êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li ser axa Îranê nîşan da û ragihand, ev êriş bersiveke pêwîst bûn li hemberî binpêkirinên Tehranê.
Li perawîza Lûtkeya Hevpeymaniya NATOyê ya ku li Enqereyê tê lidarxistin, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, îro 8ê Tîrmehê ji rojnamevanan re axivî. Rutte diyar kir, dema agirbestek hebe û Îran bi êrişkirina ser keştiyan wê agirbestê binpê bike, gelek giring e ku Amerîka bersiveke tund bide.
Rutte got: "Bi nêrîna min ev karekî bi temamî pêwîst bû. Dema me dît ku duh Îranê êrişî keştiyan kir û agirbest binpê kir, bersivdayîna tund a Amerîkayê ji bo parastina aramiya navdewletî xwedî giringiyeke mezin e."
Ev daxuyaniya NATOyê piştî wê yekê hat, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan îro li hundirê Îranê zêdetirî 80 armancên serbazî jinav birine.
Amerîkayê tekez kir, ev operasyon wekî siza hat pêkanîn, ji ber ku Îranê di destpêka vê hefteyê de êrişî sê keştiyên bazirganî yên bi alayên Giravên Marshall, Erebistana Siûdî û Lîberyayê kiribû. Washingtonê hişyarî da ku ew ê êdî li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin û Tehran dê "baceke giran" bide.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Îranê bi tundî bersiva van êrişan da û Amerîka tawanbar kir ku "bi hincetên cuda" agirbestê binpê dike. Tehranê got ku wan heta niha bi niyeteke baş li gorî rêkeftinan tevgeriyane, lê Amerîkayê bi van êrişan sînor derbas kirine.