Berpirsekî NATOyê ji Rûdawê re ragihand ku ew di warê şêwirmendî û avakirinê de alîkariya artêşa Îraqê û Pêşmergeyan dikin da ku karibin rûbirûyî terorê bibin û rê li ber vegera DAIŞê bigirin.
Berdevkeke NATOyê jî daxuyand ku ew dixwazin ji bo rûbirûbûna gefan, girêdayîbûna xwe ya bi yek welatî re kêm bikin.
Berpirsekî NATOyê li ser mijarên wekî vegera hêzên wan a Îraqê, alîkariya wan ji bo artêşa Îraqê û perwerdekirina Pêşmergeyan bersiva pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa da.
Wî berpirsê NATOyê got, "Nûnertiya NATOyê ya li Îraqê nûnertiyeke neşerker e. Ew nûnertiyeke şêwirmendî û avakirina şiyanan e.
Em di avakirina dezgehên ewlehiyê de alîkariya Îraqê dikin da ku ev hêz berdewam, şefaf, giştgîr û çalaktir bin."
Wî berpirsî her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin ku ew hêz bi xwe karibin welatê xwe aram bikin, şerê terorê bikin û rê li ber vegera DAIŞê bigirin.
20ê Adara îsal ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, hevpeymaniya leşkerî hêzên xwe ji Îraqê vekişandibûn.
Tîrmeha 2015an li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, NATO razî bû ku piştgiriya parastinê û avakirina şiyanan pêşkêş bike.
Nîsana 2016an hevpeymaniyê ji bo hêzên Îraqî dest bi gelek perwerdeyan kir ku hejmara wan 350 kes bû.
Girêdayîbûna bi Amerîkayê tê kêmkirin
Berdevka NATOyê Alison Hartê li ser şandina 5 hezar leşkerên Amerîkayê yên ji bo Polonyayê û hevahengiyên wan ên bi Washingtonê re axivî.
Alison Hartê ragihand, "Planên parastinê yên NATOyê wan hêz û şiyanan diyar dikin ku pêwîstiya me pê heye.
Modela hêza NATOyê ji bo dabînkirina hêzên niştimanî yên hevpeymaniyê çarçoveyeke giştgîr e."
Alison Hartê daxuyand ku di warê dîrokî de ew gelekî girêdayî hêz û şiyanên Amerîkayê bûne û pê de çû:
"Lê di demekê de ku Ewropa û Kanada di warê parastinê de veberhênanên zêdetir dikin û şiyanan bi pêş dixin, dikare hevsengiya berpirsyariyê biguhere."
Berdevka NATOyê anî zimên ku ev guhertin dê planên parastinê yên NATOyê bihêztir bike û girêdayîbûna zêde ya bi yek hevpeymanî re kêm bike.
Li gorî gotina wê, ev yek nîşaneya guhertineke berfirehtir e ku di nav hevpeymaniyê de çêdibe.
Alison Hartê daxuyand, "Ev yek ji bo danîna NATOyê ya li ser binkeyekî mayîndetir ji bo dehan salên paşerojê ye."
Hevpeymaniya NATOyê ji 32 welatan pêk tê û ji bilî Amerîka û Kanadayê 30 ji wan welatên Ewropayê ne.
Kanûna Paşîn a 2025an Donald Trump sond xwar û bû Serokê Amerîkayê.
Donald Trump çend caran destnîşan kiribû ku divê welatên endam ên NATOyê ji bo parastina hevpeymaniyê ji gefan veberhênanên zêdetir bikin û kêmtir xwe bispêrin Amerîkayê.
Îsal piştî destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê, nîgeraniyên Trump ên li hemberî endamên hevpeymaniyê zêdetir bûn çimkî wan amadebûna xwe nîşan neda ku di vekirina Tengava Hurmuzê û di şer de alîkariya wî bikin.