NATO: Di danûstendinên Tirkiye-Yûnanistanê pêşketineke baş pêk hatiye  

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de di hevdîtinên teknîkî yên ku di mijara Rojhilatê Behra Spî hatin kirin da "pêşketineke baş" hat bidestxistin.

Stoltenberg piştî hevdîtina xwe ya li baregeha NATOyê ya bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ra daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo ku rêbazên cihêkirinê yên li Rojhilatê Behra Spî yên Tirkiye û Yûnanistanê bên avakirin, li behrê û bejayê beriya bûyerên nayên xwestin û qezayan bê girtin heta îro çend civîn hatin kirin.

Stoltenberg got ku "Ev civîn baş dewam dikin. Pêşketineke baş hat bidestxistin."

Stoltenberg destnîşan kir ku civîn hevdîtinên teknikî yên eskerî ne û got ku ev wekî temamkerê hewldanên dîplomatîk ên ku Almanya ji bo çareserkirina nelihevkirina dike ye.

Stoltenberg diyar kir ku hewldananên Almanyayê pêk anî ku duh Tirkiye û Yûnanistan li hev bikin ku hevdîtinin îstikşafî ji nû va bidin destpêkirin û got ku ji ber vê kêfxweş e, dê têkiliyên xwe yên nêz ên bi serokên Tirk û Yewnan ra bidomîne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike