Namzeda Kurd di hilbijartinên şaredariya Kolnê de bû yekem

.

Siyasetmedara Kurd a Partiya Keskan Bîrîvan Aymaz, di gera yekem a hilbijartinên şaredariya bajarê Kolnê yê Almanyayê de bi rêjeya ji sedî 28an bû yekem.

Lê belê ji ber ku ti namzedî ji sedî 50+1ê dengan bi dest nexist, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya li Kolnê, ji bo ku namzedek di gera yekem de bi ser bikeve, divê ji sedî 50 zêdetir deng wergire.

Ji ber vê yekê, şaredarê nû yê bajêr dê di gera duyem de diyar bibe.

Gera duyem a hilbijartinê dê di 28ê Îlona 2025an de were kirin.

Eger Aymaz di gera duyem de jî bi ser bikevê dê bibe şaredara bajrê Kolnê.

Bêrîvan Aymaz kî ye?

Bêrîvan Aymaz sala 1972yan li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 1978an bi malbata xwe re çûye Almanyayê.

Sala 2017an bûye parlamentera eyaleta Nordrhein-Westfalenê û cîgira yekem a serokê parlamentoya eyaletê ye ku bi eslê xwe ne Alman e.

Bêrîvan Aymaz li ser lîsteya Partiya Keskan cîgira serokê parlamentoya ye û partiya wê ew ji bo erkê Şaredara Kolnê kiriye namzed.

Bavê Bêrîvan Aymazê di salên heftêyî de Şaredarê Çewligê bû û Bêrîvan jî dixwaze wekî bavê xwe bibe şaredar lê li Kolnê.

Bayram Ayaz dostê nêzîk ê Bêrîvan Aymazê bû mêvanê Rûdawê û ji Hêmin Ebdullah re got:

"Bêrîvan dikare bibe nûnera Kurdan, nûnertiyeke gelekî baş bike û xizmeteke mezin pêşkêşî Kurdên vî bajarî bike.

Malbata Bêrîvanê gelekî Kurdperwer e û ez şahid im.

Bêrîvan di hemû civînên vî bajarî de dibêje, ez li Çewlîgê ji dayîk bûme û ji malbateke Kurd im."

Kurdistan Haberleri

Amerîka dixwaze çi alîkariyê pêşkêşî HSD û Pêşmergeyan bike?
"Diyalog tekane rêya misogerkirina yekîtîya Sûrîyê ye"
Li Amedê hejmara jinên karsaz di 5 salan de bûye 2 qat
Daxuyaniya hejmarek ji rêkxirav û kesayetiyên Rojhilatê Kurdistan li salvegera tervgera Jîna yê
ALMANYA - Kurdan di hilbijartinan de çi kir?