Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):

«Agahdarkirin ji êrîşeke nû û metirsiya bikaranîna gaza jehrê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve»

Amadekar: Mihemedsalih Qadirî

Telegrama gihîştî bo Wezareta Derve ya Amerîkayê

Polênkirin: Veşartî (CONFIDENTIAL)

Ji: Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê

Bo: Wezareta Derve, Washington D.C.

Dîrok: 18ê Adara 1965ê, saet 2:05ê piştî nîvro

Agahî: Edenne, Heleb, Enqere, Besra, Beyrût, Qahîre, Şam, London, Tewrîz, Tehran, Neteweyên Yekbûyî.

Ev a jêrîn wergera balyozxaneyê ye bo wê nameya ku ji Mela Mistefa ve bo Balyoz «Strong» hatiye şandin, bi dîroka 3ê Adarê û di 16ê Adarê de gihîştiye destê me:

Deqa nameyê:

"Bi rêz, em erka xwe dibînin ku pêşhateyên nû yên pirsa kurd û wê qeyrana nû ya ku hikûmeta Iraqê li dorê çêkiriye, bo weyê rêzdar ronî bikin. Çawa ku me di derbasbûyî de hûnê rêzdar ji bûyeran agahdar kiriye, hûn bi xwe baş dizanin ku: salek e me şer rawestandiye û me derfeteke mezin daye hikûmeta Iraqê daku pirsgirêka kurd çareser bike û mafên me yên rewa yên neteweyî bide me; mafên ku gelek ji wê kêmtir in ku her neteweyek di vê sedsalê de pê razî dibe.

Lê bi mixabiniyeke mezin, hikûmetê ti amadekarî ji bo dabînkirina ti yek ji mafên gelê me nîşan nedaye. Berevajî vê, wan mafên ku di destûra sala 1957ê ya Iraqê de me hebûn, binpê kiriye û biryar daye ku zextê li me bike daku hêzên xwe yên Pêşmerge hilweşînin; ev jî bi wateya xwe-bi-dest-dayîna bêmerc û bê sînor tê. Ev reftar bi tu pîvanan dadperwerane nîne.

Di maweya borî de, hikûmetê dest bi amadekariyan kiriye bo êrîşeke nû ya serbazî bo ser gelê me yê aştîxwaz û me gelek belge di dest de hene ku hikûmetê fermandariyeke serbazî ya meydanî pêk aniye û hêzên serbazî yên hikûmetê dest bi hewldana kirye û ketina nav çend cihên Kurdistanê. Herwiha hejmareke mezin a navçeyan xistine bin zextê (di nav wan de Dihok, Zaxo û çend navçeyên din) û gurrîn û nirrîna topên firoke û tankan, ji bilî wê êrîşa propagandayê ku radyoya hikûmetê bi neheqî li dijî me dimeşîne. Me herwiha agahiyên piştrastkirî di dest de hene ku hikûmeta Iraqê bi qasî zêde gaza jehrê kirîye ji bo bikaranîna li dijî wan niştecihên aştîxwaz ên ku peymanên navdewletî û yasayên mirovî wan digire nav xwe.

Ji ber vê yekê, em ji weyê rêzdar daxwaz dikin ku hewldanên xwe yên bi nirx li gel hikûmeta Iraqê bikar bînin daku rê li ber destpêkirina şer bigirin, ku dibe sedema têkçûna asayîş û seqamgiriya Rojhilata Navîn û çêbûna aloziyên nû ku dê encamên metirsîdar li pey xwe bîne û berjewendiyên aliyên cuda yên vê navçeyê bixe metirsiyê. Lewma hêviyeke me ya mezin heye, hûnê rêzdar alîkariya me bikin ji bo dûrxistina vê destdirêjiya li ser gelê me ku çavê wan li welatê dostê we ye ku herdem piştgiriya gelên bindest dike û mîratgirê bingehîn û rewa yên «Wilson» e ji bo mafê diyarikirina çarenivîsê ji bo gelan.

Di dawiyê de, em we agahdar dikin ku em qet nabin destpêşxerê şer, lê heger êrîşî me bê kirin, em neçar dibin ku berevaniyê li xwe bikin, çimkî berevanîkirin li xwe mafekî rewa ye."

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin