Nakokî di nav rêberên Durzî de: Şêxên Siwêdayê banga cudabûnê red kir

.

 Li gorî çavkaniyên siyasî yên li Tel Avîvê, piraniya şêx û rûspiyên Durzî yên parêzgeha Siwêdayê li dijî banga rêberê xwe yê ruhanî, Şêx Hikmet el-Hicrî, ya ji bo veqetandina ji Sûriyeyê derketine. Tê îdiakirin ku van şêxan ji rêberên Durzî yên li Îsraîlê xwestine ku navbeynkariyê bikin ji bo ku bi hikûmeta Şamê re bigihîjin lihevkirinekê û xwe ji hewldanên cudaxwaz dûr bigirin.

Ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî "Eşarq el-Ewsat"ê radigihîne ku piraniya şêxên Durzî yên li Siwêdayê tekezî li ser parastina yekparçebûna civakî ya Sûriyeyê dikin. Li gorî heman çavkaniyê, wan ji Şêx Muweffaq Tarîf, rêberê ruhanî yê civaka Durzî li Îsraîlê, xwestiye ku ji bo peydakirina rêkeftineke siyasî ku parastina Durziyên li Sûriyeyê misoger bike, alîkariyê bike.

Çavkaniyan her weha anîn ziman ku îhtîmal heye mijara kêmneteweyên li Sûriyeyê, di civîna pêşerojê ya di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed el-Şebanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer de were gotûbêjkirin. Ev yek nîşan dide ku rewşa Siwêdayê û civaka Durzî bûye mijareke girîng a diplomasîya herêmî.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin