Çalakvana navdar a Kurd a Êzidî Nadiya Murad li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi tundî rexne li civaka navneteweyî girt û got, "malbatên DAIŞê li pêşiya qurbaniyên Êzidî digire."
Nadiya Murad her wiha got, “Divê sozên hatine dayîn bên cihanîn”
Çalakvana navdar a Kurd a Êzidî û Xelatgira Nobelê ya Aştiyê Nadiya Murad îro beşdarî Civîna Asta Bilind a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bû.
Bi boneya salvegera 30emîn Çaremîn Konferansa Cîhanî ya Jinan hat lidarxistin.
"Divê soz vegerin kiryaran"
Nadiya Murad, li gel Serokê Civata Giştî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî axivî.
Nadiya Murad bangî civaka navneteweyî kir ku sozan bikin kiryar ji bo hemû jin û keçan, bi taybetî jî yên li Îraqê ku hîn jî rastî cudakarî, tundî û kêmbûna derfetan tên.
"Cîhan malbatên DAIŞê datîne pêşiya qurbaniyan"
Nadiyayê bal kişand ser rewşa jin û keçên li cîhanê û got, "Bi milyonan jin û keç li seranserê cîhanê ji perwerdeyê bê par in, rastî tundiya seksê tên an jî bi zorê di temeneke biçûk de tên zewicandin.”
Nadiya Murad bi taybetî rewşa keç û jinên Êzidî anî ziman û wiha pê de çû:
"Çarenivîsa jin û keçên Êzidî yên winda, di nav de endamên malbata min bi xwe jî hîn jî ne diyar e lê cîhan gelek caran malbatên DAIŞê dixe pêşiya van qurbaniyan, bi vê yekê rê li ber edaletê digire û êşa wan dirêj dike.
Tawanbarên tundiya zayendî her ji cezakirinê xilas dibin.
Divê civaka navneteweyî wan rejim, kom û hikûmetan berpirsyar bigire ku mafên jin û keçan binpê dikin."