Myles Caggins: Amerîka dê teknolojiya dijîdron bide Herêma Kurdistanê

.

Lêkolerê Bilind ê Enstîtuya New Linesê û Berdevkê Berê yê Koalîsyonê Myles Caggins ragihand ku Amerîkayê ji bo dabînkirina teknolojiya antî-dron a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê derfeteke darayî amade kiriye.

Myles Caggins bû mêhvanê bultena Rûdawê ya ku Jiyar Hekîm pêşkêş dike.

Caggins bal kişand ser hatina Tom Barrack û diyar kir ku pêgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd bihêztir bûye.

Wî destnîşan kir ku niha Herêma Kurdistanê di komkirina serkirdeyên Îraq û Sûriyeyê ya ji bo civîna bi nûnerê bilind ê Amerîkayê re de roleke sereke dilîze.

Caggins li ser alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê got:

"Min rayedarên Washingtonê teşwîq kirin da ku pergalên parastinê yên antî-mûşek û antî-dron bidin Herêma Kurdistanê.

Tevî agirbesta di navbera Washington û Tehranê de jî êrişên dronan ên li ser şirketên Amerîkî û xelkê Kurdistanê didomin."

Caggins anî zimên ku gelekî girîng e Balyoz Barrack vê peyamê bibe Washingtonê da ku ji bo teknolojiya antî-dron a li Herêma Kurdistanê pêdivî û budce werin dabînkirin.

Parastina şirketên petrolê

Caggins agahiyên nû eşkere kirin û diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo rahênana hêzên ewlehiyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ya li ser têkoşîna li dijî dronan projeyeke darayî daye destpêkirin û li pey çû:

"Divê serkirdeyên Bexdayê mîlîsan kontrol bikin. Em naxwazin ti êrişên bi dronan hebe. Eger em neçar bimînin ku tenê xwe biparêzin, em dê têk biçin.

Divê ew kom werin bêçekkirin û eger dronan ber bi binesaziya petrolê ve bişînin, pêwîst e hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi hemû hêza xwe bersivê bidin wan."

Myles Cagginsê ku wekî pisporekî bilind li Enstîtuya New Linesê dixebite, di wê baweriyê de ye ku di vê qonaxê de tenê alîkariya darayî têrê nake.

Li gorî Caggins, “divê Amerîka bi rêya artêşa xwe pergalên parastinê yên çalak bide Herêma Kurdistanê” da ku qadên petrolê û aramiya aborî ya welêt werin parastin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî bi sedan Kurdên Êzidî ji bo çareseriya derûnî şandine Almanyayê
Li Zaxoyê Konferansa Navneteweyî ya Hişê Çêkirî tê lidarxistin
Trump û Pizîşkiyan peyman îmze kir
NATO pêşwazî li peymana nû ya Amerîka û Îranê dike
Naveroka reşnivîsa peymana Îran û Amerîkayê eşkere bû