Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be

Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê di dengdana FIFAyê de bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Weke ku tê zanîn FIFAyê alîgirên tîmên fûtbolê yên Zaxo, Arjantîn  û Spanyayê  wek namzedên "Alîgirê Herî Baş" destnîşan kiribû.

Piştî wê, li temama cîhanê alîgirên hersê tîman kampanyayên berfireh destpê kiribûn da ku ew wê xelatê werbigrin.

Ji bo alîgirên zaxosporê bibbe yeme û xelatê werbigre, li her çar perçeyên Kurdistanê û li her alîyê cîhanê, hemû kurdan li ser platforma dîgîtal, piştgirîya alîgirên tîma Zaxoyê kirin û di encamê de alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an hatin dîtin.

Ev serkeftina, encam û berhema, bîr û bawerî û hest û yekgirtin û hişmendîya netweyî ya hemû kurdên cîhanê ye.

Ji ber vê serkeftinê em alîgirên tîma Zaxoyê û hemû kurdên cîhanê pîroz dikin.

Xelata "Alîgirê Herî Baş", li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be.

16.12.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin