Mustafa Ozçelîk: Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û têkoşîna gelê kurd û xebatên dîplomasîyê dê rêya azadîyê xurtir bike

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzen Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û têkoşîna gelê kurd û xebatên dîplomasîyê dê rêya azadîyê xurtir bike

Îro li Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê, pêşhateyên bi lez rûdidin.

Ji bo çareserîya mayînde, pêwîstî bi têkoşîn û xebateke berfireh û dûr û dirêj heye. Lê belê, îro, pêwîstîya acîl ya sereke ewe ku, agirbesta di navbeyana Rêvebirîya Şamê û HSDyê de berdewam bike û alîkarîya mirovî bigihêje gelê me yê Kobanîyê û hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.

Di helwest û sîyaseta Rêvebirîya Şamê û Amerîkayê de guhertinên balkêş rûdidin.

Rêvebirîya Şamê ya ku heta 15 roj berê jî Rêvebirîya Xweser wek fermî nas dikir û wek 3 tumenan beşdarîya HSDyê ya di nav artêşa Sûrîyeyê de qebûl dikir, nuha helwesta xwe guhertîye. Rêvebirîya Şamê dibêje ‘’Hemû hêza HSDyê divê wek takekesî beşdarî nav artêşa Sûrîyeyê bibin, em qebûl nakin ku wek 3 tumen beşdar bibin’’.

Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack jî heta radeyekê piştgirîya vê helwesta Rêvebirîya Sûrîyeyê kir.

Ji xwe Dewleta Tirkîyeyê di roja ewil de vê yekê diparêze û dibêje ‘’Bila HSD bi temamî çekên xwe deyne û nabe ku wek tumenan beşdarî nav artêşa Sûrîyeyê bibe’’.

Nuha Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya ‘’Cimhûrîyeta Îslamî ya Erebî ya Sûrîyeyê’’ dixwaze li ser esasê ‘’îslamî’, ’şowenîzma erebî, sîstemeke takekesî, unîter, totaliter, ku mafê statuya kurdan, mafên durzî, elewî, xirîstîyan, êzîdî û hemû gelan, hemû dîn û mezheban tune dihesibîne ava bike.

Aşkere ye ku di vê helwesta Rêvebirîya Sûrîyeyê de li gel sîyaseta îdeolojîk û şowen ya Rêvebirîya Sûrîyeyê, tesîra sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê jî bandoreke xwe ya mezin heye.

Piştî ku Dewleta Tirkîyeyê li Gazzeyê, li Filîstînê bû şirîkê sîyaseta Amerîkayê, tawîz da Trump û li Fransayê Rêvebirîya Sûryeyê, Îsraîl û Amerîkayê li ser çerçoweyekê li hev kirin; Donald Trum rê da ku Dewleta Turkîyeyê li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê zêdetir xwedî însîyatîf be.

Em dikarin bêjin ku, helwesta HSDyê û hêza asayîşa kurdan ya li herdu taxên Helebê ya di dema êrîşên li ser Helebê de jî nuha li ser maseyê destê kurdan lawaz; destê Rêvebirîya Sûrîyeyê û Dewleta Tirkîyeyê xurtir kirîye.

Rêvebirîya Sûrîyeyê bi organîzatorî û alîkarîya Dewleta Tirkîyeyê, bi binpêkirina mitabaqata 10ê adarê û 1ê nîsanê, êrîş bir ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê yên Helebê ku piranîya niştecîhên wê kurd in. Li herdu taxên kurdan ên Helebê, hêzeke biçûk ya asayîşa kurdan hebû. Dora herdu taxan ji alîyê hêzên çekdar ên Rêvbirîya Sûrîyeyê ve hatibû dorpêç kirin; ne mimkun bû ku ji derve tu alîkarî bigihêje hêza asayişe ya kurdên herdu taxan. Herweha Rêvbirîya Sûrîyeyê jî bi amadekarîya hêzeke gelekî mezin ya çekdarî êrîşî ser taxên kurdan dikir.

Li gel vê rastîyê, aşkere bû ku heger hêza asayîşê ya kurdan bi lihevkirinekê ji wan herdu taxan venekişe, dê Amerîkayê jî dê çavên xwe ji vê êrîşê bigirta.

Di rewşeke weha ku di aleyhê kurdan de bû, mixabin li şûna ku li gel Rêvebirîya Herêma Kurdistanê li rêyeke lihevkirinê bigere, hêzên asayîşa kurdan ya li herdu taxên Helebê biryara berxwedanê dan û di encamê de bi şehadeta bi sedan şervanên kurd û kurdên sivîl, bi koçberîya 200 hezar kurdên herdu taxan û bi şikesteke berbiçav, kurdan zerararek mezin dîtin û rê ji Rêvebirîya Sûrîyeyê re xweştir kir ku êrîşên xwe berfirehtir berdewam bike.

Ji ber rastîya Sûrîyeyê, pêwîstî bi sîstemeke federal, demokratîk, sekuler re heye

Lê belê, li gel van hemû pêşhateyan jî rastîya Sûrîyeyê, dewleteke navendî, îdeolojîk, erebî, unîter û mafên her etnîsîte, dîn û mezhebê tune bihesibîne hilnagire. Sûrîyeye ya nû divê bi sîstemeke federal, sekuler, ku mafên miletê Kurd û ji hemû pêkhateyan re azadî, demokrasi, edalet, wekhevîyê bihewîne bê ava kirin.

Herweha hebûna kurdan, mafên meşrû yên miletê Kurd, ji bo hemû gelên li Sûrîyeyê re jî dibe pişt, alîkar dibe. Çawa ku îro li Iraqê kurd di navbera hemû gel û dîn û mezhebên li Iraqê de bûne hêzeke balansê, bûne parastvanên mafên hemû pêkhateyan; li Sûrîyeyê jî kurd wek objektîf dikare eynî rolê bilihîzin.

Belê, li gel van hemû rîskên ku li ber derîyê gelê me ne û li gel van hemû pêşhateyên neyênî yên vê dawîyê jî têkoşîna meşrû ya ji bo mafên neteweyî, demokratik, ji bo azadîya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û dê li gel hemû zehmetîyan jî berdewam bike.

Hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên navneteweyî, berxwedan, yekrêzî û çalakîyên gelê Kurdistanê yên li her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê, dê rê li ber komkujî û êrîşên nû yên cîhadîst û terorîstên Rêvebirîya Şamê û hevalbendên wê bigre; dê rêya serkeftinê bihûne.

Ez di wê bawerîyê de me ku di encama van xebatên navneteweyî, geşbûn û yekrêzîya nav mala kurd de, li herêmên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku nuha di îdareya kurdan de ye, dê şans û îhtîmala pêkanîna statu û birêveberîyek siyasî û kulturî û asayîşa navxweyî di destê kurdan de be xurtir bike. Herweha hê jî îhtimal heye ku hêza leşkerî ya HSDyê ne weke beşdarîya takekesî, lê weke yekîneyên leşkerî yan jî bi formateke din bibin beşeke artêşa Sûrîyeyê bibin. Aşkere ye ku bicîhanîn û parastina van destkeftîyan dê zemîna cîhbicîhkirina biryar û çerçoweya sîyasî ya Konferansa Qamişloyê û di Qanûna Bingehîn ya Sûrîyeyê de bingehê cîhgirtina mafên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî ya ji bo miletê Kurd xurtir bike.

Di vî warî de, dîroka nêzîk ya kurdan xwedîyê nimûneyên zindî û balkêş in. Di sala 2014an de Emerîkayê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî dixwest ku bi “Mitabaqata Dihokê” yekrêzîya sîyasî, îdarî, leşkerî, aborî, dîplomasî ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Herweha Amerîkayê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di amadekirina Konferansa Qamişloyê ya 26ê Nîsana 2025ê de ku li ser esasê mafên neteweyî, demokratîk, li ser esasê statuyeke sîyasî, yekrêzî û temsîlek hevbeş ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, roleke esasî lehîstibû.

Lê mixabin, bêtir, hêza desthilat, ango Rêvebirîya Xweser, HSD, PYD, YPGyê biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê bi cîh neanîn.

Heger biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê hatibûyna bicîh anîn, dê îro destê kurdan gelekî xurtir bûya, dê Amerîkayê û dewletên mezin zêdetir li piştgirîya mafên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikirina.

Ji ber vê rastîyê, em gunehê vî dîmenê ku îro dilê me diêşîne bes nexin stûyê Amerîkayê. Mixabin guneh û berpirsyarîya wan alîyên ku nehiştine biryarên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê bêne bicîh anîn jî li ber çavan in.

Ez di wê bawerîyê de me ku pêkanîna biryarên Konferansa Qamişloyê, yekrêzî û hemahengîya di nav hemû kurdên cîhanê de û lêxwedîderketina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û rêvebirîya Başûrê Kurdistanê û hemû alîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê, dê li cîhanê dostên me zêdetir, dijminên me kêmtir bike, dê rê li ber şikestinek mezin bigre û rêya serkeftinê xurtir bike.

Gelo ji Paul Bremer heta Thomas Barrack em dejavûyekê dijîn?

Teva van hemû tiştên neyênî yên ku dilê me diêşînin jî ez di wê bawerîyê de me ku, li Rojavayê Kurdistanê dê rewşeke mîna Peymana Cezayîrê dubare nebe.  

Tevî ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dilê me diêşîne jî divê em bi sebir bin û bi aramî nêzîkî pirsê bibin. Em dikarin rexne, pêşniyar û fikarên xwe di platformên cihê de bînin ziman; lê dijminatîya li hemberî DYA, dewletên Ewropayê û Îsraîlê, an jî êrîşên li ser balyozxane û konsolosxaneyên wan, dê ne di berjewendiya gelê me de be û dê zerarên mezin bide me.

Werin em sala 2003yê, dema hilweşîna Rejîma Saddam Huseyîn bînin bîra xwe. Piştî rûxandina Rejîma Saddam Huseyîn, Paul Bremer ji aliyê George W. Bush ve di salên 2003-2004an de wekî Serokê Rêveberîya Koalîsyona Demkî (CPA) û rayedarê herî bilind yê sivîl yê Amerîkayê li Iraqê hatibû erkdarkirin.

Paul Bremer di dema amadekirina Destûra Nû ya Iraqê de weha gotibû: "Em germ li dabeşbûna Iraqê ya li ser bingeha etnîkî an jî mezhebî (federasyon) nanêrin. Vîzyona me rêveberîyeke herêmî ya li ser bingeha parêzgehan e ku erkên wan kêm bin. Divê dawî li hebûna Herêma Federe ya Kurdistanê ya li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bê anîn. Her wiha, em dixwazin hemû hêzên milîs (Pêşmerge jî tê de) bêne bêçekkirin, werin belavkirin û tevlî jîyana sivîl bibin.".

Li hemberî vê helwesta Paul Bremer, Rêzdar Mesûd Barzanî jî bersiveke wiha dabûyê: "Rêveberîya federe ya ku em ji sala 1991ê ve bi pratîkî dimeşînin, berhema têkoşîna sed salî ya gelê Kurdistanê ye; mafekî rewa û neteweyî ye. Neteweyên cîhanê xwedî çi mafan bin, neteweya Kurd jî xwedîyê heman mafan e. Ji ber vê yekê, divê Herêma Federe ya Kurdistanê di Destûra Iraqê de bi fermî cîh bigre. Her wiha, hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ne 'hêzeke milîs' e; hêzeke neteweyî ye ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têkoşîyaye û îro jî Kurdistanê diparêze. Divê Hêza Pêşmerge wekî hêza parastinê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û wekî parçeyek ji artêşa Iraqê were qebûlkirin."

Rêzdar Celal Talabanî û hemû partîyên kurdan jî piştgirî dan vê helwesta Rêzdar Mesûd Barzanî.

Paul Bremer di destpêkê de helwesteke pir hişk danî û got ku ew paşde gav navêjin.

Rêzdar Mesûd Barzanî jî got: "Em mafên xwe yên rewa diparêzin. Lê heger hûn bi israr bixwazin mafên me yên federe û hêza me ya pêşmerge belav bikin; kerem bikin, heger hêza we têrê dike werin rêveberîya me û pêşmergeyên me belav bikin".

Li hemberî vê helwesta biryardar ya rêzdar Mesûd Barzanî, bi fermana Serokê DYA George W. Bush, Paul Bremer neçar ma ku vê helwesta xwe biguhere. Bi vî awayî daxwazên kurdan, ango Herêma Federe ya Kurdistanê û Hêza Pêşmerge, bi fermî di Destûra Bingehîn ya Iraqa Federal de cîh girtin.

Îro, Serokê DYA Donald Trump, Balyozê Amerîkayê yê Tirkîyeyê Thomas Barrack ji 14ê Gulana 2025an pê ve wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê erkdar kirîye. Thomas Barrack di hevdîtinên navbera rêveberîya nû ya Sûrîyeyê (bi serokatiya Ehmed El-Şara) û nûnerên HSD û Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, helwesteke ku maf û azadîyên kurdan tune dihesibîne nîşan da.

Thomas Barrack jî got ku "Hevpeymanîya me û HSDyê li dijî DAIŞê hebû. Niha pêwîstîya vê nemaye. Bila endamên HSDyê yek bi yek tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Divê yekparçeyîya axa Sûriyeyê were parastin. Divê herêmên federe yan otonom nebin. Divê mafên kurdan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê wekî hemwelatîyên wekhev di Destûra Sûriyeyê de cîh bigrin."

Ev helwesta Thomas Barrack ya ku bi awakî eşkere dixwaze hêzên leşkerî yên kurdan werin belavkirin û statuyeke siyasî nede Rojavayê Kurdistanê, pir dişibe helwesta Paul Bremer ya sala 2003yê.

Dewleta Tirkîyeyê ev 100 sal e ku sîyaseta xwe ya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet’’ê li ser kurdên Bakurê Kurdistanê ferz dike û nuha jî dixwaze vê siyasetê li ser kurdên Rojavayê Kurdistanê ferz bike. Thomas Barrack jî wek nûnerekî Dewleta Tirkîyeyê tevdigere û dixwaze vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê li ser kurdên Rojavayê Kurdistanê bisepîne.

Lê nûnerên Rojavayê Kurdistanê û Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi helwesteke eşkere li dijî dîtinên Thomas Barrack derketin, derdikevin. Ew bi biryardarî dibêjin ‘’divê hêza leşkerî ya kurd bi statuyeke diyarkirî (wekî yekîne) di hundirê artêşa Sûriyeyê de cîh bigire û kurd li Rojavayê Kurdistanê bi statuyeke sîyasî xwe bi rê ve bibin; her wiha ev maf hemû di Destûra Nû ya Sûriyeyê de cîh bigirin’’.

Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna milî, demokratik ya ji bo azadîyê dê berdewam bike

Ez di vê baweîyê de me ku di encama helwesta biryardar ya hemû nûnerên Rojavayê Kurdistanê, ya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû partiyên kurdan; bi çalakîyên girseyî û xebatên lobiîyê yên kurdên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, Thomas Barrack û DYA dê vê helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin.

DYA ji ber berjewendîyên xwe çavên xwe li radestkirina herêmên ereban (yên di bin kontrola HSDyê de) ji bo Şamê girt. Radestkirina xaka ku ne yên kurdan e ji bo rêveberîya Sûriyeyê  heta radeyekê tê fêmkirin. Tevî ku gelek gotin û helwestên Thomas Barrack û rayedarên Amerîkayê me diêşînin jî hem ji ber berjewendiyên DYA û hevalbendên wê, hem jî bi saya yekrêzîya kurdan ya bi Konferansa Qamîşloyê li Rojavayê Kurdistanê, rola Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û rêveberî û partîyên Başûrê Kurdistanê û hêza yekitîya kurdên cîhanê, îhtîmala ku Amerîka kurdan paşguh neke û nehêlin kurdên Rojavayê Kurdistanê werin perçiqandin jî zêdetir e.

Di vê rewşê de, îhtîmal heye DYA heta radeyekê piştgirîyê bide parastina destkeftiyên heyî û herweha piştgirîyê bide mafen neteweyî, demokratîk û kulturê yên kurdan ku di Qanûna Bingehîn ya Sûrîyêyê de ku di pêşerojê de bê amade kirin de cih bigre. Ango DYA, her çend çarçoveya Konferansa Qamişloyê bi her awayî bi cîh neyne jî mimkune ku  li herêmên ku nuha di destê kurdan de ne piştgirîyê bide statuyeke leşkerî, siyasî, kulturî, îdarî û aborî ya kurdan.

Di rojên pêş de, sîyaseta Amerîka û Îsraîlê ya li himberî Îranê, rewşa şerê Rûsya û Ûkraynayê, rewşa Filîstînê, berjewendîyên Îsraîlê yên li Sûrîyeyê, rikberîya dewletên mezin û yên herêmî yên li Bakurê Afrîka û li Behra Sipî ya di derbarê koridora enerjîyê de, sîyaseta Amerîkayê ya di derbarê Gronland û Latîn Amerîkayê û berberîya di navbera Amerîka û Çînê de dê tesîreke mezin li ser rewşa Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê bike. Ango li gorî van pêşhateyên ku me behs kirine, berjewendîyên dewletan û balansa hêzan ya di navbeyna dewletan de dê faktorên tayînker bin.

Heger xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê, ji zerarên ku ji ber pekneanîna biryar û armancên Mitabaqata Dihokê û Konferansa Qamişloyê rûdane bikaribin dersan derxînin, ez bawer dikim ku em dê ji niha û pêve bikaribin siyasetek bêtir realîst û neteweyî, bi hevrêzî û helwestek hevbeş tevbigerin. Helwestek hevbeş û yekrêzîya di nav mala kurd de, dê tesîreke mezin li sîyaseta Emerîka, Fransa, Îngîltere, Îsraîl û dewletên din ên li herêmê xwedî rol in bike.

Ji ber wê jî, ji bo rê li ber girtina êrîş û qetlîamên li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketina mafên neteweyî, demokratiîk ên gelê me, ji bo bi hev re ava kirina nexşerêyeke nû; ez di wê bawerîyê de me ku civîneke hevbeş ya bi serokatîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, bi beşdarîya Heyeta Temsîlî ya Konferansa Qamişloyê, Rêzdar Mazlûm Ebdî, Rêzdar Bafil Talabanî û alîyên kurdî yên dê roleke wan hebin, dê mîsyoneke dîrokî ya çareser bilihîze.

Herweha em dibejin, îro di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê de demildest ava kirina koordînasyon û helwesteke yekgirtî ya neteweyî, niştimanî pêwîstîyeke esasî ye. Ez di wê bawerîyê de me ku di demeke ku li çar alîyê Kurdistanê û cîhanê de dilê hemû kurdan bi slogana ‘’Yek e, yek e, yek e, gelê kurd yek e’’, bi hev re lê dide, wek yek miletî bi hev re tevdigerin, zemîna vê koordînasyonê ji her deme zêdetir xurtir bûye.

26.01.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzen Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

ENKS Banga Dewleteke Demokratîk Ya Nenabendî Dike
Li bajarê Bielefeld yê Almanya pêşandan jibo Rojava
DÊREZOR - Roja agirbestê komkujî, ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin
Hovîtiya li Reqayê: Termê şervanê Kurd şewitandin û ji bo radestkirinê fîdye xwestin
Çima Kezî dibe çek û ramana vê cem gelê me çiye?