Mustafa Ozçelîk: Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê  ji hemû malbatê re dixwazin

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber wefata Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyameke sersaxîyê ji Serok Mesûd Barzanî û Malbata Barzanî re şand.

Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got

Ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî em sersaxîyê  ji hemû malbatê re dixwazin

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeke fermî mirina wî ragihand û diyar kir ku  "birayê mezin ê malbatê" û neviyê kesayetîya neteweyî û olî ya navdar Şêx Ebdulselam Barzanî xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, roja 4ê Îlona 2026an de ji ber nexweşîya xwe  koça dawî kirîye.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em ji ber wefata xwedê jê razî Ebdulwahid Ibrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ji Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û hemû malbatê re sersaxîyê dixwazin.

Serê gelê me sax be.

05.09.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kuristanê (PWK)

 

:

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand