Mustafa Ozçelîk: Em êrîş û gotinên nîjadperest yên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî şermezar dikin

.

 

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Em êrîş û gotinên nîjadperest yên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî şermezar dikin

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, di 29ê mijdara 2025an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê beşdarî 4emîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî ku ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hatibû organîzekirin bû.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, wekî mêvanê Zanîngeha Şirnexê beşdarî vê sempozyûmê bû.Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê rêzdaran Mehmet Can Azbay û Vahît Aba jî wek vexwendî, beşdarî vê sempozyûmê bûn.

Şêwaz û protokla beşdarbûna rêzdar Serok Mesûd Barzanî ya bi parêzvanên xwe yên leşkerî yên taybet ku li ser unîformayên wan alaya Kurdistanê hebû ve hatina wî ya Cizîrê, bi giştî, bi hemû teferûatên xwe ve bi agahdarî, erêkirin û kontrola Wezareta Karên Derve û Wezarata Karên Navxweyî yên Dewleta Tirkiyeyê ve hatine pêkanîn.  

Di rewşeke weha ku rastî ev qas vekirî û zelal e; hinek alî û kesên nîjadperest, şovenîst, faşîst û dijminên kurdan yên li Tirkiyeyê, tabloyek wisa diafirînin ku mirov dibêje qey rêzdar Serok Mesûd Barzanî bêyî agahdarîya rayedarên Dewleta Tirkiyeyê bi parêzvanên xwe yên leşkerî ve beşdarî sempozyûmê bûye. Ev derdor bi awakî zanebûn parêzvanên taybet ên leşkerî yên rêzdar Serok Mesûd Barzanî û alaya Kurdistanê ya li ser unîformayê wan dikin hencet û êrîşan dikin û daxuyanîyên bêrêzî belav dikin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî îro ji aliyê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê ve wekî rêberekî neteweyî tê pejirandin û ew êdî di raya giştî ya Tirkiyeyê de jî wekî rêberekî maqûl ku çareseriya pirsgirêkan bi rêyên aştîyane û demokratîk dixwaze, tê qebûlkirin.

Êrîşên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî têne kirin, di eslê xwe de derbirîna israra berdewamîya şer û pevçûnan e; israra hişmendîya neçareserîya pirsgirêka kurd e; hişmendîya dijberîya kurdan e û herweha nîşana bêzarbûna ji vê rol û asta erênî û pejirandî ya rêzdar Serok Mesûd Barzanî ye.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, bi hatina xwe ya Cizîrê û bi axaftina xwe ya di 4emîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî de, hem li nirxên dîrokî, neteweyî û kevneşopîyên têkoşîna rewa ya miletê Kurd xwedî derket, hem jî nîşan da ku ew ji bo dawîlêanîna şer û çalakîyên çekdarî, ji bo çareserîya pirsgirêkan bi rêyên aştîyane û demokratîk amade ye ku çi alîkarî û berpirsiyarî bikeve ser milên wan pêk bîne.

Ji kê û ji kîja alîyê ve hatibin jî em hemû êrîş, heqaret û gotinên bêrêzî yên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî red dikin, şermezar dikin.

Em bangî hemû kurdên cîhanê û hemû kes û alîyên ku li Tirkiyeyê nirxên aştî, demokrasî, edalet, azadî û wekhevîyê diparêzin dikin ku li dijî êrîş û heqaretên nîjadperest yên li dijî rêzdar Serok Mesûd Barzanî dengên xwe bilind bikin û helwesteke hevpar bigrin.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêberekî neteweyî yê hevpar û rûmeta neteweya Kurd e.

04.12.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Tirkîya wê: Mustafa Özçelik: Başkan Sayın Mesud Barzani’ye Yönelik Irkçı Saldırı ve Söylemleri Kınıyoruz

Kurdistan Haberleri

Komîteyê hûrgiliyên êrişa li Kormorê eşkere kirin
Li Biradostê goreke bikom hat dîtin: Paşayek û 10 parêzvanên wî tê de ne
Amerîka hêzeke nû ya dronên êrişkar dişîne Rojhilata Navîn
Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye
DÊREZOR - 250 şervanên HSDyê perwerdeya xwe temam kir