Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata hevalê xwe yê hêja kek Eyup Alacabey gelekî xemgînin

.

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Em bi wefata hevalê xwe yê hêja kek Eyup Alacabey gelekî xemgînin

Siyasetmedar û welatperwerê kurd, yek ji rêvebirên DDKO, PDK-T, KİP-DDKDyê, yek ji damezrener û rêvbirên PAK û PWKyê, hevalê me yê hêja, kek Eyup Alacabey mixabin ji ber nexweşîya xwe, îşev koça dawî kir û ji nav me bar kir.

Kek Eyup Alacabey nêzîkî 60 salî ye weke kadroyekî, rêber, pêşeng, kedkar, têkoşer, bi dilsozî, bi fedakarî, bê westan di nav refên azadî û serxwebûna Kurdistanê de cîh girtibû.

Kek Eyup Alacabey yek ji damezrener û rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bû.

Kek Eyup Alacabey, wek rîsipî û birayekî me yê mezin û wek kesayetekî siyasî û civakî yê qebûlbar di tevgera neteweyî û azadîyê de xwedî cîhekî taybetî bû.

Miletê Kurd, gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja wenda kir.

Tu şika me jê tune ye ku gelê me dê kek Eyup Alacabey tu carî ji bîr neke. Ew dê di dilê me û xebat û têkoşîna azadî, rizgarîxwazîya neteweyî , serxwebûnê de her bijî.

Em bi koça dawî ya kekê Eyup Alacabey gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbatê, kesûkar, heval û hogirên kek Eyup re dixwazin.

Serê me hemûyan, sere miletê Kurd, gelê Kurdistanê sax be.

25.05.2026

Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Parlamenterên nû yên Kurd: Em ê li Şamê berevaniyê di ber mafên gelê xwe de bikin
Bexdayê ji bo Îbrahîm Xelîlê biryareke nû da
Mesrûr Barzanî: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çekên Amerîkayê nîne
Dosyeya Celadê Kurdan çû Dadgeha Pêdeçûnê
Kurdan 8 kursî standin