Mustafa Ozçelîk: Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kêfxweş in

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk  li ser berdana berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û endamê platformê yên ku hatibûn girtin û  îro hatin berdan peyamek belav kir. 

Peyama Mustafa Ozçelîk wiha ye;

Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kêfxweş in

Îro, li bajarê  Mersinê mehkemeya rêvebirên  “Platforma Ciwanên Serbixwe” (PCS) hebû.  7 parêzer beşdarî dozê bûne. Di encamê de 2 rêvebirên PCSyê yên girtî hatine berdan.

Em li gel Platforma Ciwanên Serbixwe(PCS) ne.

Neheqîya ku li rêvebirên PCSyê hatîye kirin nayê qebûl kirin. Em bi kêfxweşî pêşewazîya berdana revebirên PCSyê dikin û divê ev doz ji hole rabe, bi beraatê bidawî bibe.

Ez ji ber parastina wan, parêzerên ku beşdarî mehkemeyê bûne û rêvebirên PCSyê pîroz dikim.

04.10.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand