Mustafa Ozçelîk: Em 80 salîya damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

PDK-Îran (Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 80 salîya damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 80 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 80 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

PDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî ala azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar  û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Em di 80 salîya damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 80 salîya  damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.

16.08.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive