Mustafa Ozçelîk: Em 79emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 79emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya  li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî  wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî,  di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin; jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 79 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em  di 79emîn salvegera damezrandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane.

16.08.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive