Muslim: Pêwîste YE guvaşan têxe li ser Başûrê Kurdistanê jibo rakirina dorpêça li ser Rojava

Tiştê balkêş ewe ku rêzdar Muslim behsa dorpêça Rejîm û DAIŞê li ser Kurdistanê nake.

Di konferansekê ku îro ji aliyê hinek grûpên çep di parlementoya yekîtiya Europa (YE)  de hate li darxistin , Salih Muslim, hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) daxwaz ji welatên Europayê kir ku li dijî destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de rawestin û her weha guvaşan li ser Hukûmeta Herêma Kurdistanê pir bikin jibo ku dorpêça xwe li ser "Rojava" rake.

Li gor ajansa Firat News ku bi ser PKK ve ye, Salih Muslim di konferasê de weha axiftiye:

"Rojava tûşî dorpêçeka dijwar ji bal Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê ve dibe. Li Rojava em pêşwaziyê li hijmareka mezin ji koçberan dikin, lê em alîkariyê ji tu alîiyekî wernagirin. Em dixawzin YE yekser peywendiyan bi me re bike, ne di riya Tirkiyê û Sûriyê re."

Tiştê balkêş ewe ku rêzdar Muslim behsa dorpêça Rejîm û DAIŞê li ser Kurdistanê nake.

Li gor Firat Newsê, Muslim sebaret Herêma Kurdistanê weha gotiye: "Pêwîste YE guvaşa têxe li ser başûrê Kurdistanê jibo rakirina dorpêçê."

Ji destpêka 2014 ve, PYD û hinek erebên alîgirên rejîma Esed reveberiyek "demokrat" li Kurdistana Sûriyê ragihandine, lê ev reveberiya de facto, heta niha ji aliyê tu hêzeka herêmî yan navneteweyî ve ne hatiye naskirin.
(E.B)

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike