Mûrîdên Terîqeta Qadirî bi Rêyên Neyasayî ji Îranê Tên Herêma Kurdistanê

Roja Pêncşemê nêzî 2,000 derwêş û mûrîdên terîqeta Qadirî – Kesnezanî bi rêyên neyasayî ji Îranê hatine di nava axa Îraqê da, li Herêma Kurdfistanê.

Armanca hatina mûrîdan, beşdarbûn e, di merasîma oxirkirin û binaxkirina Şêx Mihemedê Kesnezanî ku li Amerîka hefteya borî jîyana xwe ji dest dabû û li bere li roja Înê termê wî bihê veşartin.

Lîwa Merîwan Şêx Kemal berpirsê komelgeha sinorî ya derîyê Başmax yê li ser merzê Îranê û Herêma Kurdistanê, gotîye Dengê Amerîka, êvarîya roja Pêncşemê nêzî 2 hezar mûrîdên terîqeta Qadirî-Kesnezanî bi şîr û xenceran ji Îranê ber bi sinor ve hatine, zîdebarî ku pasdaran gule berdane wan, tê gotin ku hejmarek hatine kuştin û birîndar kirin, lê dîsan derbazî nav axa Herêmê bûne û ber bi bajarê Silêmanîyê ketine ser rê.

Merîwan Şêx Kemal dibêje, jber ku alîyê Îranê ew agihdar nekirbûn, jiber kêmbûna endamên ewlekarîyê li merzê Başmax hêzên ewlehîya Herêma Kurdistnaê nikarîne rê li wan bigrin, hejmarek ji wan hatine Herêma Kurdistanê, yek ji wan birîndare li nexweşxaneke bajarokê Pênciwîn tê derman kirin.

Terîqeta Qadirî- Kesnezanî yek ji terîqetên navdar yên Sofîzmê ne li cîhanê dehan hezar endamên wan hene.

Şêx Mihemdê Kesnezanî ji egera nexweşîyekê li Amerîka Şemîya borî gîyanê xwe ji dest dabû û li bere sibe roja Înê termê wî bigihe bajarê Silêmanîyê û paşî bihê veşartin, mûrîdên terîqetê bi her buhayê hebe dixwazin li merasîma veşartina Şêxê xwe amade bibin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, jiber tirsa belavbûna vîrusa korona, rê nayê dan kes ji sinoran derbaz bibe, lê mûrîdên Şêxê Kesnezan bi şêweke nerewa û ne yasayî hatine Herêma Kurdistanê.

Dengê Amerika

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê