Muqteda Sedr dawî bi xwepêşandanên dijî Amerîkayê anî

Doh 26.01.2020ê rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeymanîya El Saîrun a li Parlamentoya Iraqê Muqteda Sedr dawî bi xwepêşandanan anî, ku îna borî dest bi xwepêşandanên dijî hebûna Amerîkayê li Iraqê kiribûn.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Sedr bi beyanameyekî teqez kir: ‘’Em nîgeranîyan têdigehin ku êrîşa Amerîkîyan bo ser Sedr daye destpê kirin, ji ber wê jî Sedr daxwaz dike êdî xwepêşandan neyên kirin bo ku fitneya navxweyî çênebe.’’

Ofîsa Sedr amaje bi wê yekê jî dike ku rê ji gendelkaran re neyê dayîn ku siwarî pêla nerazîbûnan bibin, bi taybet ewên dest bi dirûşman kirine bo şoreşê, wisa dizanin ku em jê dûrketine.

Ev daxwaza Sedr di demekî de ye ku roja îna borî bi sedan hezar kes çûn nav xwepêşandanên Sedr li Bexdayê, ku hêzên Amerîkayê li Iraqê bên derxistin ew xwepêşandan hatin kirin. piştî wê jî Sedr ragehandibû êdî piştevanîya xwepêşandanên serbixwe nake, ji ber duh hikûmeta Iraqê û milîsan helmetekî berfireh li dijî berdewamîya xwepêşandanan dan destpê kirin.

 

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê