Muqteda Sedir: Kirîza navbera Îran û Amerîka xilas bû!

Serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir ragihand, kirîza navbera Îran û Amerîka xilas bû û bila alîyên sîyasî yên Iraqê bi lez hikûmeta xwe pêk bînin.

Navenda Nûçeyan- Muqteda Sedir, ku mezinekî şîeyên Iraqê û nêzîkî Îranê ye, piştî daxuyanîya serokê Amerîka Donald Trump li ser êrişa mûşekî ya Îranê li dijî hêzên Amerîkî yên li Iraqê, peyamek belav kir.

Sedir di peyama xwe ragihandîye, bi daxuyanîya Trump û berpirsên Îranê kirîza navbera her du welatan xilas bû. Êdî dema wê ye alîyên Iraqî hikûmeta xwe pêk bîne û serwerî û serxwebûna Iraqê biparêzin.

Wî sîyasetmedarê şîe bang li alîyên sîyasî yên Iraqî jî kirîye pênc kandîdan bo posta serokwezîrtîya Iraqê destnîşan bikin û di nav 15 rojan de serokwezîrê nû hilbijêrin.

Muqteda Sedir şîret li Heşda Şeibî jî kirîye baregehên xwe bigire da ku rastî êrişên “despotîzma cîhanî” (qesta wî Amerîka û hevalbendên wî welatî) neyên.

 

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike