Mucteba Xameneyî ji bo berdewamiya operasyonên leşkerî rênimayên nû derdixe

.

Fermandeyê Baregeha Navendî ya "Xatemul Enbiya" ragihand, hêzên çekdar ên Îranê ji bo rûbirûbûna Amerîka û Îsraîlê rênimayên nû wergirtine û hişyarî da ku her "şaşitiyek" dê bi bersiveke "lezgîn û yekcarî" re rûbirû bibe.

Ajansa "Fars" a Îranî îro 10ê Gulanê belav kir, Fermandeyê Fermandariya Hevbeş a Hêzên Çekdar ên Îranê (Baregeha Xatemul Enbiya) Elî Ebdullahî bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xameneyî re civiye.

Li gorî ajansê, di vê hevdîtinê de Ebdullahî "rênimayên ji bo berdewamkirina operasyonên leşkerî û rûbirûbûna tund a neyaran" wergirtine. Fermandeyê payebilind ê Îranî raporeke berfireh li ser asta amadebaşiya hêzên çekdar pêşkêşî Rêberê Bilind kiriye. 

Ajansa Fars li ser zimanê Elî Ebdullahî ragehand, hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne û got: "Hêzên me yên çekdar ji bo pûçkirina her cure tevgerên dijminên Amerîkî û (Îsraîlî) amade ne."

Ebdullahî di berdewamiya axaftina xwe de hişyariyeke tund da Washington û Tel Evîvê û weha got:

"Heke dijmin bikeve nav her cure xeletiyekê, bersiva Îranê dê pir bilez, tund û yekcarî be."

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev geşedan nîşana wê yekê ne ku tevî hewildanên dîplomatîk, serkirdayetiya nû ya Îranê hîn jî bijardeya leşkerî û bersivdayîna tund wekî "pêşîneya sereke" dibîne. Ev yek wekî amadekariyek ji bo qonaxeke nû ya alozî û rûbirûbûnên li herêmê tê nirxandin.

Kurdistan Haberleri

Tom Barrack li ser diyaloga HDS û Şamê daxuyanî da
Nexşeya êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Silêmanî di hedefê de ne
Trump: Bersiva Îranê bi ti awayî nayê qebûlkirin
Serokwezîrê Ermenistanê: Qerebax ne ya me bû
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja dayikan pîroz be