'Momo’ ji bo kurdî hatiye wergerandin

.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, berhema çîrokî ya bi navê “Momo” ya ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de cih digire, wergerandiye kurdî.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, berhema çîrokî ya bi navê “Momo” ya ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de cih digire, wergerandiye kurdî. 

Berhema çîrokî “Momo” ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de tê nasîn di sala 1937an de ji aliyê Michael Ende ve hatiye nivîsandin.

Ev berhema çîrokî heta niha wergerî nêzî 30 zimanan hatiye kirin. Komeleya Lekolînen Kurdî ango Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ev berhema çîrokî wergerandiye kurdî û ji weşanên Enstîtûyê der çûye. 

 Nîzam Algunerhan ev berhema wergerandiye kurdî û êdî li ber destê xwînerên kurdî ye.

Romana ku di nav klasîkên edebiyata cîhanê de cihê xwe digire, bi rêya keçeke sêwî ya bi navê Momo ku xwediyê şiyanên awarte ye, li ser têgihîştina demê û xwendina demê radiweste ye. Michael Ende xeyalên xwe bikaraniye û vê berhemê nivîsandiye. Ev berhem xwedî taybetmendiyek e ku hem ji hêla mezin û hem jî ji hêla zarokan ve dikare were xwendin e. 

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle