Mohsen Rezayî: Trump cara sêyem e xiyanetê dike

.

Şêwirmendê Rêberê Îranê Mohsen Rezayî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi "xiyaneta li dîplomasiyê" tawanbar kir û ragihand, Washington bi dorpêça deryayî û mercên neheq zextên li ser Tehranê didomîne.

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de di asteke bilind de berdewam dike. Şêwirmendê Rêberê Îranê Mohsen Rezayî îro 30î Gulanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û êrîşî polîtîkayên Donald Trump kir. Rezayî diyar kir ku Trump bi domandina dorpêça deryayî û girankirina mercên danûstandinan, "bo cara sêyem xiyanet li dîplomasiyê kiriye."

Rezayî got: "Trump îsbat kir ku ew bi ti awayî ne peyayê danûstandinan e û tenê hewl dide amancên din bi dest bixe."

Li gorî ajansa "Tasnim" a Îranî, dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê berdewam e. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hişyarî daye deryavanên Îranî ku heke xeta dorpêçê derbas bikin, dê bi êrîşên leşkerî re rûbirû bimînin.

Ji aliyê xwe ve, Koşka Spî du daxuyaniyeke tund belav kir û ragihand, Amerîka ji bo destpêkirina şerê li dijî Îranê amade ye. Hat destnîşankirin ku Trump ti rêkeftinekê îmze nake heta ku hemû mercên Washingtonê neyên qebûlkirin. Ev krîz di demekê de ye ku sê meh in Rojhilata Navîn di nava şerekî giran de ye û ev yek bandoreke xerab li aboriya cîhanê kiriye.

Tevî rageşiyê, hewildanên dîplomatîk jî berdewam dikin. Hat ragihand ku bi navbeynkariya Pakistanê projeyeke rêkeftinê li ser masê ye. Trump li "Jora Operasyonan" a Koşka Spî bi alîkarên xwe re du demjimêran civiya, lê hîna biryara dawî nedaye.

Trump di peyama xwe ya dawî de li ser platforma "Truth Social" hinekî nermî nîşan dabû, lê mercên giran danîn. Trump got ku ew amade ne dorpêça deryayî rakin û rê bidin keştiyên asêmayî, bi şertê: "Divê Îran demildest Tengava Hurmizê bêyî standina ti bacan ji bo hatûçûna navdewletî veke û hemû mînên deryayî yên lê hatine çandin paqij bike."

Kurdistan Haberleri

270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Gelo Pêşmerge dê tevlî artêşa Îraqê bibin?
Bloomberg: Li Kuweytê ji ber ketina parçeyên mûşeka Îranê çend Amerîkayî birîndar bûn
NATO: Em dê alîkariya Pêşmergeyan bikin
CENTCOM: Dorpêça deryayî ya li ser Îranê arasteya 115 keştiyên bazirganî guhart