Mistefa Kazimî: Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê li gel herêma Kurdistanê guftûgo 

.

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragehand pêwîste bo çareser kirina pirsgirêkên li gel herêma Kurdistanê guftûgo berdewam bin.

Îro 08.03.2021ê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di gotarekî de balkêşa ser serdana Papa Francis û ew wek serdaneke giring pênase kir û wek derfetek bo bidestxistina daxwazên xelkê jî pênase kir.

Mistefa Kazimî di beşeke din ên goteyên xwe de got: ‘’Ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîste em guftûgoyên li gel herêma Kurdistanê berdewam bikin.’’

Herwaha ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwaza guftûgoya niştimanî kir û got: ‘’Pêwîste hemû alî bicivin û bigehin çareseriyekî hemû aliyan bigre navxwe.’’

Serokwezîrê Iraqê hişyarî da û got: ‘’Nabe Iraq bibe qada zelal kirina milmilaneyan.’’

Kazimî got, pêwîste em hemû jî hemahengiyekî zêdetir li gel hêzên hevpeyman pêkbînin.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin