Mistefa Hicrî: Em di Îrana nû de navendîparêziyê qebûl nakin

.

 Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mustafa Hîcrî di hevpeyvîneke taybet de ligel medyaya Halnetê, bal kişand ser rewşa lawaz û lerzok a Komara Îslamî ya Îranê û ragihand ku rejîm ketiye ser riya hilweşîn û rûxandinê.

Hîcrî bal kişand ser guftûgoyên ligel hin aliyên siyasî yên Fars û hevpeymaniya ligel partiyên neteweyên din ên wekî Ereb, Belûç, Azerî û Turkman û xeta sor a partiya xwe eşkere kir.

Hicrî got, "Em beşdarî ti tevgerekê nabin ku piştî Komara Îslamî li pey avakirina desthilateke navendîparêz be."

Sekreterê PDKÎyê di derbarê cûdahiya stratejiyê de tekez kir ku DYA û Welatên Rojavayî tenê li pey lawazkirina rejîmê ne, di heman demê de armanca bingehîn a azadîxwazan rûxandina tam a vê desthilatê û damezrandina sîstemeke demokratîk û nenavendî ye.

Di dawiyê de, Mistafa Hîcrî hişyarî da ku paşxistina mafên neteweyan ji bo piştî rûxandina rejîmê şaşiyeke gelekî mezin e û got: "Pêdivî ye kevirê bingehîn ê Îrana demokratîk her ji îro ve bê danîn da ku rê li ber derketina dîktatoriyeke nû bê girtin."

Kurdistan Haberleri

Yekîtiya Ewrûpayê dê hevkariya Amerîka bike bo zêdekirina givaş li ser Îranê
Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan
Mamosteyên Kurd biryara Wezareta Perwerdeyê red kir