Mismarî: Şerekî mezin li Lîbya dê dest pê bike

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî ragihand, di demjimêrên pêş de dê li derdorê Sîrt û Cefra, dê şerekî mezin rû bide û dê alîyên derveyî beşdar bin.

Berdevkê Fermî yê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serperişîy Xelîfe Hefter, Ehmed El-Mismarî got, li derdora her du bajaran Sîrt û Cefrayê tevgereke zêde ya mîlîşyayên Wîfaq û Tirkîyê hene.

El Mismarî got jî: Şerê bê, dê ne tenê şerekî Lîbî be, belkû dê hin alîyên din ên Erebî û bîyanî jî hebin, ji ber ku palnên Tirkîyê ewlehî û aramîya navçeyê dixe metirsîyê.

Ji alîyê xwe ve, fermanderê di artêşa Niştimanî ya Lîbî de Emîd Xalid Mehcob got: Misr jî hevpara rasteqîne ya ewlehîya li Lîbyayê ye û ji mafê wê ye destêwerdanê bike.

Pêştir jî, Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ragihandibû, ew piştgirîya Serokê Arteşa Niştimanî ya Libyayê Xelîfe Hefter dikin û têketina hêzên Hikûmeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bo Sîrtê û Cûfrayê ji bo wan xeta sor e.

 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin