Namo Ebdullah
Balyozê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, pêşnûmeya biryarnameya wan a nû ya derbarê Tengava Hurmizê bi temamî li gorî qanûnên navneteweyî ye.
Waltz her wiha diyar kir ku di berjewendiya hemû cîhanê de ye ku piştgiriyê bidin vê pêşnûmeyê.
Mike Waltz, ji Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula re got ku pêşnûme bi hevbeşiya hevalbendên wan ên Ereb ên Kendavê hatiye amadekirin.
Waltz da zanîn ku pêşbîniya lihevkirinê tê kirin û got:
"Berê kes li dijî biryarnameya hejmar 2817an a Konseya Ewlehiyê derneket ku tê de êrişên Îranê yên li ser binesaziya sivîlan hatibûn şermezarkirin.
Ji ber vê yekê tê pêşbînîkirin ku ji bo vê pêşnûmeya nû jî lihevkirinek hebe."
"Nabe Tengav wekî çavkaniya dahatê werin bikaranîn"
Balyozê Amerîkayê diyar kir ku nabe rê bi ti welatî were dayîn ku ji ber nakokiyên xwe okyanûsan mayîn bike û axaftina xwe wiha domand:
"Divê helwesteke zelal a cîhanê hebe. Nabe ku tengavên navneteweyî, çi Tengava Malakayê be, çi Cebel Tariq an jî Hurmiz be, wekî çavkaniyekê ji bo komkirina dahatê û wergirtina pereyan ji cîhanê werin bikaranîn."
Waltz bal kişand ser aliyên mirovî yên krîzê û ragihand ku niha li Afrîkayê pêwîstiyeke mezin a mirovî heye. Wî da zanîn ku ev rewş bi taybetî li Sûdan û Komara Demokratîk a Kongoyê berbiçav e.
Balyozê Amerîkayê yê NYyê li ser gihandina alîkariyan jî wiha got:
"Zêdetirî 80 ajansên mirovî daxwaz dikin ku rê bi derbasbûna alîkariyan were dayîn.
Kî heye ku li dijî gihîştina alîkariyên mirovî yên ji bo xelkê mexdûr derkeve?"
Ev daxuyaniyên Waltz di demekê de ne ku Amerîka hewl dide bi rêya Neteweyên Yekbûyî zextên qanûnî û siyasî yên li ser Tehranê zêde bike.
Armanca van zextan ew e ku Tengava Hurmizê careke din were vekirin û dawî li wan astengiyan were anîn ku ji bo hat û çûna keştiyan hatine derxistin.
Balyozê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz pirsa nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivand.
Rûdaw: Birêz Balyoz, hûn çawa piştrast dibin ku dê Rûsya û Çîn li dijî pêşnûmeya biryarnameya we mafê vetoyê bi kar neynin?
Mike Waltz: Bi awayekî zelal, di berjewendiya cîhanê de ye ku piştgiriyê bide vê biryarnameyê. Kes li dijî biryarnameya hejmar 2817an a Konseya Ewlehiyê derneket ku Îran ji ber êrişên li ser binesaziya sivîlan şermezar kir. 136 aliyan piştgirî da wê.
Me ev biryarname bi hevbeşiya hevalbendên Ereb ên Kendavê bi awayekî wisa amade kiriye ku bi temamî li gorî qanûnên navneteweyî ye.
Divê cîhan helwestekê nîşan bide. Nabe ku mirov tenê ji ber ku bi aliyekî din re di nav nakokiyan de ye, ji ber xwe ve okyanûsan mayîn bike.
Nabe ku hûn tengavan, çi Tengava Malakayê be, çi Cebel Tariq an jî Tengava Bêrîngê be, wekî çavkaniya dahatê bibînin û dest bi wergirtina pereyan ji tevahiya cîhanê bikin. Mijar ev qas hêsan e.
Her wiha, pêwîstiyeke mirovî ya rasteqîn heye, bi taybetî li Afrîkayê. Krîzên me yên berdewam li Sûdan, Komara Demokratîk a Kongoyê û cihên din hene.
Neteweyên Yekbûyî û ajansên alîkariya mirovî daxwaz dikin ku rê li ber wan were vekirin.
Bila li bîra we be, ew zêdetirî 80 ajansan in ku dibêjin ji kerema xwe re rê bidin ev alîkariyên mirovî yên jiyanrizgarker derbas bibin. Gelo kî dê li dijî vê yekê derkeve?
(Rûdaw)