Mikaîl Bilbil: Ferhenga Kurdî ya Têgihên Hiqûqê dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk

Rûdaw li ser vê xebata Ferhenga Kurdî ya Têgihên Hiqûqê bi zimannas Dr Mîkaîl Bilbilî re hevpeyvînek kir

Navenda Nûçeyan- Li Amedê di 25ê Kanûnê de Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi merasîmekê hat nasandin.

Ev xebat ji hêla Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye kirin. Me jî li ser vê xebatê bi zimannas Dr Mîkaîl Bilbilî re hevpeyvînek kir ku yek ji edîtorên vê xebatê ye û koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye. Wî pirsên me yên derheqê vê xebatê de bersivand.

Di vê hevpeyvînê de Mikaîl Bilbil ragihand, ev ferheng bi xebateke 4 salan û ji alîyê akademîsyenên Kurd ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ve hatîye amadekirin.

Bilbil di vê bawerîyê de ye, ku ev ferhneg dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk ên nû.

Rûdaw: Hûn bi kurtahî dikarin behs bikin ku vê xebatê çawa dest pê kir?

Mîkaîl Bilbil: Dema ku gorbihişt Tahir Elçî serokê Baroya Dîyarbekirê bû, ji bo çêkirina ferhengeka hiqûqê ya bi hevkarî, biryar hatibû dayîn. Piştî şehîdbûna wî, Baroya Dîyarbekir û Weqfa Mezopotamyayê, xwedî li wê biryarê derketin dest bi amadekirinan kir. Wekî gava pêşî jî lijneyek hat avakirin ku hem ji pisporên ziman hem jî yên hiqûqê pêk dihat.

Dema em li lijneya amadekar dinêrin, em dibînin ku ji bîst kesan heşt kes ji Herêma Kurdistanê ne. Gelo tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî?

Bi rastî ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî giring e. Li wir gelek zanîngeh hene û pisporên hêja yên hiqûqê û ziman peyda dibin. Me jî xwest em ji zanîna wan sûdê wergirin. Loma jî me hem pisporên kurdîya kurmancî hem jî yên kurdîya Soranî dawet kirin. Hinek ji wan pisporên ziman bûn hinek jî yên hiqûqê bûn. Wekî mînak ji Zanîngeha Zaxoyê Ebdulwehab Xalid Mûsa; ji Zanîngeha Duhokê, Bahîz Omer Ehmed; ji Zanîngeha Raperînê, Sebah Reşîd Qadir profesorên ziman bûn. Beyar Tahir Seîd, Ebdullah Casim Receb, Nasih Husên Silêman û Hekar Findî jî dîsa ji Herêma Kurdistanê dihatin û gelekî feydeya wan çêbû. Bi bawerîya me, mirov çi xebateka akademîk bike, eger mirov ji tecribeya Herêmê sûd wernegire dê gelekî kêm bimîne. Mala wan ava be, eger ew nebûna dê ev xebat bi vî şiklî pêk nehata.

Baş e, bi kurtahî hûn dikarin behsa naverok û rêbaza çêkirina vê xebatê bikin? 

Wekî hin dizanin çêkirina ferhengên têgihan karekî pir zehmet e. Ji bo zimanên wekî kurdî ku di sed salên borî da hat qedexekirin û geşedana wê derb xwar, ev kar hîn zehmettir e. Loma me biryar da ku pêşî em têgihên sereke yên hiqûqê çêbikin. Ew jî nêzî hezar têgihan bûn û ji têgihên sereke yên hiqûqa medenî, sizayî, giştî, karî, kargêrî û bazirganîyê pêk dihatin. Me di vê çeroweyê da dest bi komxebatan kir û piştî bîst û du komxebat û çar salan ev xebat bi dawî bû. Taybetîyeka vê ferhengê jî ew e ku pênaseyên têgihan û mînakan jî cih girtine. Herweha di ferhengê da ji bilî kurdî, me bergindên têgihan yên îngilîzî, erebî, farisî û tirkî jî dane.

Li gor bawerîya we dê ev ferheng bêtir bi kêrî çi bê?

Bi bawerîya min ev ferheng dê bibe bingeheka baş ku xebatên din li ser ava bibin. Herçend hezar têgih ne zêde ne, lê ji ber ku yên sereke ne bi hêsanî dikare bê firehkirin. Herweha di dadgehan da gelek caran problemên wergerê çê dibûn û gelek zehmetîyan rû didan û ev xebat dê ji bo vê yekê jî alîkar be.

Xebata we nêzî çar salan dewam kirîye. Xebatên weha demdirêj ne zehmet in gelo?

Bi rastî yek ji serkeftina vê xebatê jî ew e ku bi îstiqrar û bi rêk û pêk çar salan berdewam kirîye. Berî hertiştî ev xebateka kolektîf e û xebatên weha kolektîf di kurdan da kêm in. Bi xêra van xebatan kurd hînî çanda xebata kolektîf dibin. Xebatên kolektîf bê guman ji yên takekesî zehmettir in. Lê me fam kir ku dema samîmîyet û israr hebe, hemû zehmetî ji holê radibin. Hinek ji komxebatên me, sê-çar rojan dewam dikir ku gelek kesan dest ji karê xwe berdidan û dihatin. Lê wekî me got, dema samîmîyet û israr hebe kar gelekî hêsan dibe.

Rûdaw

 

 

HEVPEYVÎN Haberleri

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)
Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in
Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e
ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin
Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand