Mîkaîl Aslan: Mirov xwe li Başûrê Kurdistanê azad û serbest dibîne

.

 Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslanê ku bi stranên xwe yên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî tê naskirin, îro li studyoya Rûdawê ya li Hewlêrê bû mêhvanê Hêvîdar Zanayê.

Mîkaîl Aslan behsa hatina xwe ya ewil a Başûrê Kurdistanê û hestên xwe kir.

"Polîs li vir bira ye"

Aslan diyar kir ku dîtina hêzên ewlehiyê yên Kurd li cem wî hesteke cuda çêkiriye û wiha got:

"Dema ez hatim polîs ji min re got "Bira" lê li Bakurê Kurdistanê tevgerên polîs û leşkeran gelekî xerab in lê li vir mirov serbestî û azadiyê dibîne."

"Zazakî û Kurmancî yek in"

Mîkaîl Aslan li ser pirsa cudahiya zaravayan û devokên Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) destnîşan kir ku divê Kurd hewl bidin hevdû fêhm bikin û got:

"Kîjan zarava be bila bibe, hemû yên me ne. Belê devoka Dêrsim, Çewlîg û Amedê ji hev cuda ne, ferq heye.

 Lê ferq di navbera Kurmanciya Dêrsim û Amedê de jî heye. Eger mirov hinekî guh bide hev û hinekî 'xîret' bike, mirov dikare hevdû fêhm bike.

Dema min dest bi muzîkê kir, min got divê ez hem Zazakiya Çewlîgê û hem jî ya Amedê fêr bibim. Divê em sînoran nedin ber xwe."

Kurdistan Haberleri

Bîrhat Xeyas platforma 'Kurdeng'ê çêkir: Bi 250 zimanî wergerê dike
DÊRSIM - Ji ber xerakirina Ziyaretgeha Duzgun Baba 3 kes hatin girtin
PDK û YNK bêyî dan û standinan dixwazin parlamento were aktîvkirin
KERKÛK - Ereb nahêlin Kurd paleyiya xwe bikin
Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê li Romayê civiyan