Mezlûm Ebdî û Şêxê Şemeran rûniştin

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, li Hisîçayê (Hesekê) bi şêxê meşayixên eşîra Şemeran Şêx Manih Himêdî el-Cerba re rûnişt.

Di hevdîtinê de civîna dawî ya di navbera Şêx Manih û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û kar û barên siyasî, xizmetguzarî û ewlehiyê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şêx Manih hûrgiliyên hevdîtin û şêwirmendiyên xwe yên li gel Ehmed Şer û kesayet û aliyên din ên ku bi wan re hevdîtin kiribûn, bi Mezlûm Ebdî re parve kirin.

Girîngiya Peymana 10ê Adarê

Di civînê de girîngiya hevbeşiya di navbera pêkhateyên cuda de û rola aliyên siyasî û sivîl a di avakirina têgihiştinên zelal ên ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê bilind hat nirxandin.

Şêxê Şemeran vê hefteyê çûbû Şamê û bi gelek kesayetiyan re hevdîtin kiribûn ku di nav wan de Ehmed Şer jî hebû.

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin