Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê civiyan: Niha dema yekîtiyê ye

.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas J. Barrack îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û tekezî li ser "pêwîstiya yekîtiyê" kir.

Barrack di civînê de her wiha spasiya HSDyê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê kir.

Balyozxaneya Amjerîkayê ya Sûriyeyê ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Balyoz Thomas J. Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro civiyan da ku rewşa dawî ya Sûriyeyê û pêwîstiya bi avêtina gavên lezgîn ji bo vegerandina aramî û seqamgiriyê gotûbêj bikin.

Her wiha wan li ser gavên pratîkî yên ji bo tevlîbûna nav Sûriyeyeke yekgirtî gotûbêj kirin.

Armanc ew e ku ji bo hemû Sûriyeyiyan paşerojeke aram, bextewar, berfireh û seqamgîr were avakirin.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku niha dema yekîtiyê ye.

Balyoz her wiha ji ber serkirdayetiya wî û hevparîtiya berdewam a HSDyê ya di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyeyê, spasiya HSDyê kir."

Divê were gotin ku 13ê Tîrmehê civîneke sêalî di navbera Mezlûm Ebdî, Thomas Barrack û Serokokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de pêk hatibû. 

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne