Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Parîsê civiyan

.

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê, li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiyan.

Li gorî agahiyên, di civînê de bipêşketinên li Sûriyeyê û pêvajoya entegrasyonê ya bi Şamê re hatin gotûbêjkirin.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed her wiha li Parîsê ji bilî Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot bi hinek berpirsên din ên Fransayî re jî hevdîtin kirine.

Geşta Ewropayê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo dîtina piştgiriyeke aborî û siyasî dest bi geşteke dîplomatîk a li Ewropayê kir.

Mezlûm Ebdî sêşemê li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anîbû.

Rawestgeha yekem Îtalya bû

Piştî hevdîtinên li Hewlêrê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê dest bi geşta xwe ya Ewropayê kir.

Rawestgeha Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya yekem Îtalya bû.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Îtalyayê re civiyabûn.

Holenda û Belçîka

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed piştî hevdîtinên xwe yên li Fransayê dê geşta xwe ya dîplomatîk a li Ewropayê bidomînin.

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed dê ji Fransayê derbasî Holenda û Belçîkayê bibin û li wan deran bi rayedarên wan welatan re bicivin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan