Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re civiyan, Fransa pesnê HSDyê dide

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Munîhê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyan.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, "Şandeya HSDyê di hevdîtinê de, ji bo wê piştevaniya berdewam a ku Fransa pêşkêş dike û bi taybetî jî ji bo hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo çespandina agirbestê û bihêzkirina aramiyê li herêmê spasiya Serok Macron kir.”

HSDyê her wiha destnîşan kir ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî kir da ku rêkeftina HSD û Şamê pêk were.

Hat diyarkirin ku temamkirina vê rêkeftinê xizmetê pêvajoya yekxistina saziyan û aramiya li Sûriyeyê dike.

Helwesta Macron

HSD dibêje, Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û "Serokê Fransayê pesnê rola bibandor a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiya herêmê de da û diyar kir ku welatê wî dê weke hevparekî sereke li gel wan bimîne."

Kurdistan Haberleri

Şandeyeke Amerîkayê çû Kobaniyê
Komara Îslamî yek ji girtîyên xwepêşandanên Befranbarê darvekir
Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi Boneyê Qedexekirina Spaha Pasdaran ji aliyê Dewleta Brîtanyay
Berdevkê PWKê Hanifi Turan: Bi sungiyan, bi guleyan bi hezaran mirov kuştin
Trump: Em dê ji bo derbasbûna ji Hurmizê ji sedî 20 bacê wergirin