Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Parastina herêmên Kurdan xeta sor e.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê peyamên lezgîn belav kirin.
Mezlûm Ebdî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên dijwar ên li ser bajarên Hisîça, Kobanî û derdora wan didomîne.
“Em vekişiyan herêmên Kurdan”
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku ew vekişiyane herêmên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û wiha got:
"Em vekişiyan wan herêmên ku piraniya wan Kurd in. Parastina wan xeta sor e û em dê di parastina wan de texsîrê nekin."
Mezlûm Ebdî her wiha got, "Hikûmeta Sûriyeyê êrişên xwe yên dijwar ên li ser Hisîça, derdora wê û bajarê Kobaniyê didomîne.”
“Nobedarên Kampa Holê vekişiyan”
Mezlûm Ebdî hişyarî da ku êrişên li ser navendên girtina çekdarên DAIŞê zêde bûne û rewşa Kampa Holê metirsîdar e:
"Êrişên li ser navendên girtina çekdar û malbatên DAIŞê yên li Şedadê û Kampa Holê bi awayekî metirsîdar zêde bûne.
Kampa Holê ji doh êvarê ve rûbirûyî êrişên tund û hewldana kontrolkirinê dibe.
Nobedarên Kampa Holê rûbirûyî êrişa karwanên leşkerî, zirxpoş û tankan bûn, lewma neçar man vekişin."
Banga ji bo Hevpeymaniya Navneteweyî
Fermandarê HSDyê her wiha bangî Hevpeymaniya Navneteweyî û hikûmeta Sûriyeyê kir:
"Em bang li Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe yên di parastina navendên girtina çekdarên DAIŞê de bi cih bîne.
Em bangî hikûmeta Sûriyeyê jî dikin ku êrişan rawestîne û vegere ser maseya gotûbêjan."
Ebdî di dawiyê de silav li berxwedana xelkê û şervanan kir ku li dijî "êrişên hovane û kuştina sîstematîk a li dijî Kurdan" li ber xwe didin.