Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, li gorî peymana nû ya bi hikûmeta demkî re, dezgehên Rêveberiya Xweser dê di çarçoveya dezgehên dewletê de bên tevlihevkirin û guhertinên pêkhateyî dê tê de bên kirin. Awareyên Efrîn û Serêkaniyê jî piştrast kirin ku, mafên wan dê parastî bin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di civîneka berfireh de bi xelkê Hesekeyê û awareyên deverên Serêkaniyê û Efrînê re hûrguliyên peymana 29ê Çileya 2026ê ya bi Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî re nîqaş kirin.
Mezlûm Ebdî ron jî kir ku, hemî dezgehên ku niha girêdayî Rêveberiya Xweser in dê li ser karên xwe berdewam bin, lê dê di çarçoveya pêvajoyekê de bi dezgehên dewletê re bên telihevkirin.
Li gorî wê peyamnê, ew wezaret û desteyên ku niha hene pileya wan dê ji bo asta birêvebiriyê bên guhertin û dê bên rêkxistin.
Fermandarê Giştî yê HSDê di derheqa deriyên sînorî de jî amaje da ku, Deriyê Sêmalka dê wekî xwe bimîne, lê nivîsîngeheka girêdayî hikûmeta demkî dê lê bê vekirin da ku serperiştiya karûbarên wî derîyî bike.
Mezlûm Ebdî di derheqa aliyê leşkerî de jî eşkere kir ku, wekî pêngava yekê lîwayeka leşkerî ya HSDê dê li bajarê Hesekeyê bê binecihkirin û hêzên din jî dê li gorî planên nû li deverên din bên belavkirin, ev jî wekî pareka wê peymanê ji bo rêkxistina rewşa ewlehiyê ya deverê.
Lihevkirina 29ê Çileya 2026ê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî de wekî werçerxaneka dîrokî di krîza Sûriyeyê de tê dîtin.
Ev peyman piştî çend salan ji hevrikî û şerên dijwar çê bû û armanca sereke yekkirina birêvebiriyên navxweyî û pêşîgirtina li zêdetir parvebûna axa Sûriyeyê ye.
Bicîhanîna vê peymanê li ser erdê, bi taybetî li deverên ku duberekî li ser heye wekî Heseke û Efrînê, rûbirûyî qebxwaziyên mezin dibe, lê alî bi rengekê erênî temaşeyî pêngavên tenakirina deverê dikin.