Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack re daxûyanî da

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack re daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan gavên tevlîbûna HSDyê ya nav Hikûmeta Sûriyeyê gotûbêj kirine.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê agahiyên civînê parve kirin.

Mezlûm Ebdî anî zimên ku ew ji hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî û Tom Barrack a îro ya li Hewlêrê gelekî kêfxweş e.

Tevlîbûna nav Hikûmeta Sûriyeyê

Ebdî da zanîn ku wan di civînê de gelek dosyeyên girîng gotûbêj kirine û got:

"Yek ji wan mijarên herî girîng gavên pratîkî yên ji bo tevlîkirina hêzên me û Rêveberiya Xweser a di nav Hikûmeta Sûriyeyê de bû.

Her wiha ji bo xurtkirina proseya siyasî û aramiyê me şopandina bicihanîna peymanan nirxand."

Têkoşîna li dijî terorê

Fermandarê Giştî yê HSDyê eşkere kir ku wan tekezî li ser piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî terorê kiriye û pê de çû:

"Em hewl didin ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk were.

Ev çareserî dê beşdariya hemû pêkhateyan di nav hikûmetê de û diyarkirina paşeroja welêt garantî bike."

Rola Herêma Kurdistanê

Mezlûm Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê jî û got:

"Rola piştgir a Herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de gelekî girîng e.

Ev rola Herêma Kurdistanê xizmeta aştî û ewlehiya navçeyê dike."

Kurdistan Haberleri

Elektrîka 24 saetî bo zêdetirî 90% ya welatiyên Kurdistanê hatiye dabînkirin
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mezlûm Ebdî eşkere bû
Kurdên Reqayê xwe ji vegerê re amade dikin lê malên wan hatine talankirin
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa Kurdan nirxand
Pîr Deyan: Plana Îraqê ya ji bo Şingalê bi ser neket