Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina Trump û Ehmed Şer daxuyaniyek belav kir

.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û ragihand ku ew pabend in bi lezkirina entegrekirina HSDyê di nav dewleta Sûriyeyê de.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Spas ji Serok Trump re ji ber serokatiya wî ya li ser Sûriyeyê û ji ber ku derfet mezinbûnê da gelê Sûriyeyê.

Min nû bi Balyoz Tom Barrack re pêwendiyeke telefonî ya hêja pêk anî ji bo nîqaşkirina encamên civîna bi Serok Şer re ya li Koşka Spî û pabendiya me ya ji bo lezkirina entegrasyona HSDyê di nav dewleta Sûriyeyê de.

Tevlîbûna Sûriyeyê ya li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina hewlên hevpar û piştgirîkirina destpêşxeriyên ku armanca wan têkbirina mayînde ya DAIŞê û rakirina gefa wê ya li ser herêmê ye.

Em bi hevkarên xwe re di nav hevahengiyeke nêzîk de bi xîret dixebitin da ku ji bo gelê xwe yê di nav Sûriyeyeke yekgirtî de, ber bi paşerojeke geştir û ewletir ve pêş bikevin."

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike