Mezlûm Ebdî li ser agirbest û entegrasyonê daxuyanî da

.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi şandeyeke Amerîkayê re civîneke "berhemdar û avaker" pêk aniye û got, "Em dê ji bo parastina agirbestê bi hemû şiyanên xwe bixebitin."

Mezlûm Ebdî piştî civîna li gel Nûnerî Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniyê de wiha got:

"Me li Herêma Kurdistana Îraqê bi Balyozê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Admiral Brad Cooper re civîneke berhemdar û avaker li dar xist.

Piştgiriya Amerîkayê û siyaseta Serok Trump a ji bo agirbestê gelekî girîng e û cihê teqdîrê ye.

Her wiha, hewlên Balyoz Barrack ên ji bo hêsankirina diyalog û dan û standinên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de cidî, bingehîn û gelekî bi qîmet in.

Em dê bi hemû şiyan û karînên xwe bi xîret bixebitin da ku bigihîjin entegrasyoneke rasteqîn û agirbesta heyî biparêzin."

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne